Kurd ji ber şerê etnîkî li Sûriyeyê diêşin
Kurd ji ber şerê etnîkî li Sûriyeyê diêşin
Kurd ji ber şerê etnîkî li Sûriyeyê diêşin
Ji ber çalakiyên grûpên muxalefeta Sûriyeyê yên girêdayî bi ‘El-Qaîdeyê’ ve neteweyên kêmar li Sûriyeyê tên kuştin û talankirin. Piştî pevçûna bi cîhadiyan re û qetilkirina yek ji rêberên Kurd, nêzî 200 Kurd dîl hatin girtin.
Nexşe etnîkiya Sûriyeyê pirrengîn e û ji gelek netewe û olên cûda pêk tê. Ev ol û netewe hemû mecbûr bûn tevlî şerê li welat bibin.
Kurd yek ji neteweyên Sûriyeyê yê mezin e. Her wiha, ew mezintirîn netewe li cîhanê ye ku heta niha bê dewlete. Îro grûpên radîkal, ên girêdayî bi `El-Qaîde` ve şer bi Kurdên Sûriyeyê re dikin. Beriya demekê şerê giran li ber sînorê Tirkiye û Sûriye, bi taybetî li herema Helebê di navbera çekdarên `El-Qaîde` û Kurdan de pêk hat.
Çekdarên `Eniya El-Nusra` bi sedan Kurd dîl girtin. Di înternetê de vîdeoyên tirsnak ên derbarê êrîşên radîkalan de hatin belavkirin. Berxwedêrên Kurd bang li gel dikin, ji bo li hember radîkalên Îslamî bi yek be.
Rakêşî li heremê zêde dibe: bi sedan mirov ji malên wan tên dizîn û kuştin tenê ji ber, ku Kurd in. Lê ajansên cîhanî, bi taybetî yên Rojava kêm caran van bûyeran radigihînin.
ÎSLAMIYAN LI BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ 450 KURD KUŞTIN
Televîzyona Îranî `Press-TV` ragihand, ku çekdarên ji grûpa `Eniya El-Nusra` ya li aliyê muxalefeta Sûriyeyê şer dike, roja duşemê 450 rûniştvanên Kurd ên sivîl li heremên Bakûrê Sûriyeyê qetilkirin.
Televîzyona Îranî `Press-TV` ragihand, ku çekdarên ji grûpa `Eniya El-Nusra` ya li aliyê muxalefeta Sûriyeyê şer dike, roja Duşemê 450 rûniştvanên Kurd ên sivîl li heremên Bakûrê Sûriyeyê qetil kirin. Çekdaran komkujî li bajarê herêma Reqqayê- Girê Spî (Til Ebyad) pêk anîn û 330 jin û kal û pîr, her wiha 120 zarok kuştin.
Piştî fermandariya leşkerî ya hêzên berxwedêrên Kurdî bang li rûniştvanên Kurd kir ji bo xwe ji radîkalan biparêzin, çekdarên `Eniya El-Nusra` roja Çarşema çûyî 200 Kurd li du gundên li rojhilatê Sûriyeyê dîl girtin. Piştî ku yek ji çalakvanên Kurd ên navdar hat qetilkirin banga xwe ji bo şer amadekirinê hat kirin.
ÇEKDARÊN SÛRIYEYÊ 400 ELEWÎ DÎL GIRTIN
Hêzên Sûriyeyê li ser gundên Nahaban, Barûda, El-Hanbûşiya, Istarba û Nabata şer bi çekdaran re dikin. Îslamiyên radîkal, ku ji xaka Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne, dora 400 rûniştvanên gundên navborî dîl girtine.
Hêzên Sûriyeyê li ser gundên Nahaban, Barûda, El-Hanbûşiya, Istarba û Nabata şer bi çekdaran re dikin. Îslamiyên radîkal, ku ji xaka Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne, nêzî 400 rûniştvanên gundên navborî dîl girtine. Ajansên Erebî destnîşan dikin, ku kesên hatine dîl girtin-Mislimanên Elewî ne. kesayetiyê olî yê Elewî yê 80 salî Bedreddîn Gazzal jî di nav van kesên dîl girtî de ye. Hêzên Sûriyeyê beriya demekê dîsa sê gundên Elewî yên li Bakûrê welat, ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn zeftkirin kontrolkirin.