Kujerên zarokan: Erdogan û Bahçelî
AKP a faşîst ji bo ser binketina xwe ya li Efrînê binixumîne li pey rojevên nû ye.
AKP a faşîst ji bo ser binketina xwe ya li Efrînê binixumîne li pey rojevên nû ye.
Îstîsmarkirina zarokan û nîqaşên li ser zînayê, rojeva nû ya medya AKP'ê ye ku rojên dawî gelekî bi kar tîne. Sicîla Erdogan a li ser mijara; îstîsmarkirin û kuştina jin û zarokan bi têra xwe nebaş e, ku digot "Jin jî be zarok jî be çi pêwîst be wê ew were kirin". Ji aliyekî ve bi gotina "3 zarokan çêbikin, 5 zarokan çêbikin, 15 zarokên terorîstan hene" hewl da li ser bedena jinê jî bibe xwedî hikum, li aliyê din jî desthilatdariya AKP'ê heye ku bi wezîrên xwe, bi karên xwe yên diyanetê pêşî li îstîsmarkirina zarokan û kuştina jinan vedike. Erdogan ê faşîst baş pê zane bê bi rêbazên şerê taybet îstîsmara zarokan çawa dikare were kirin. Desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî ku erdnîgariya Tirkiyeyê veguherandina girtîgeha AKP'ê û hemû civak êsîr girtiye, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne serî li her rê û rêbazê dide. Ji bo vê rejîma faşîst karekî rojane ye ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de pêşnûme qanûnan amade bikin û bi rêya vê yekê rojevê biguherînin. AKP bêyî ku li ber xwe bikeve, propagandayê dike ku wê xwedî li zarokan derkeve û her kesî neçar dihêle ku propaganda vê bikin. Piştî ku eşkere bû li Nexweşxaneya Kanûnî Sûltan Suleyman a AKP'ê çend zarok ducanî hatine hiştin, bi rengekî şênber derkete holê bê faîlê îstîsmarkirina zarokan kî ye.
AKP'ê di êrîşên xwe yên dijî Efrînê de li derveyî Tirkiyeyê ku weke mala xwe ya jî girtîgeha xwe dibîne, dest bi kuştina jin û zarokan kir. Piştî ku nerazîbûna li hemberî vê yekê zêde bû, AKP hêrs bû û nikare dengê raya giştî ya li hemberî vê rewşê kontrol bike. Ji ber ku nikare bi vê, di nava raya giştî ya navxweyî de dest bi derewa ku 'çiqasî li ser mijara jin û zarokan hesas e' kiriye û hewl dide îstîsmarkirina zarokan bike amûrek ji polîtîkaya navxweyî. Ji bo Erdogan, jin û zarok ji xwe amûreke ku di dema pêwîste de bên bikaranîn.
Di dema Erdogan-Bahçelî yên faşîst de bi sedan zarok hatin kuştin, bi dehan zarok di binê panzerên dewletê de hatin eciqandin, zarokên keç bi banga diyaneta AKP'ê di emrê zarokatiyê de hatin zewicandin, zarokên karker ku hejmara wan gihîştiye zêdeyî sed hezarî hemû mafên wan ji dest hatine girtin. Çend mînakên vê yekê: Ûgûr Kaymaz 12 salî bû, lê bi 13 fîşekên AKP'ê li ber mala xwe hate kuştin. Ceylan Onkol bi bombeyên AKP'ê bedena wê parçe parçe kirin. Pitika bi navê Mîray li hembêza malbata xwe bi fîşekên AKP'ê hate kuştin. Cemîle hate kuştin û neçar hate hiştin ku li mala xwe di sarincê de were hiştin. Keriyê kujerên jin û zarokan ên AKP'ê JOH û POH, ji bo hîn bêhtir jin û zarokan li Efrînê bikujin bi merasîmê tên şandin. Berkîn Elvan dema çû nan bikire hate kuştin. Li wargeh û nexweşxaneyên AKP'ê bi dehan zarok bûn hedefa îstîsmara zayendî. Ji ber ku faîlê wan hevkarên AKP'ê bûn, bi kêmkirina ceza hatin berdan. Ji bîra mirovan naçe; dayika Taybet hate kuştin û li pêş çavên zarokên wê hefteyekê li naverastê hate hiştin. Li Cizîrê bi dehan ciwanên sivîl di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin. Ciwanên di berxwedana Gezî de, di komkujiya Pirsûsê de hatin kuştin qet ji bîr naçin. Bi hevkariya AKP û DAÎŞ'ê re il Dîlokê di dema dawetekê de gelek jin û zarok hatin kuştin.
Erdogan û Bahçelî yên faşîst ku di kuştina mirovan û komkujiyên sivîlan de bûne hosta, di wê baweriyê de ne ku wê karibin civakê bixapînin, maske danîne ser rûyê xwe û îdîa dikin ku wê pêşî li îstîsmarkirina zarokan bigirin. Lê belê maskeya li rûyê Erdogan û Bahçelî yên faşîst ji zûdeyî ketiye, rastiya wan hatiye dîtin. Zarok bi xwe jî rastiya Erdogan-Bahçelî yên faşîst radixin pêş çavan û nîşan didin qet ji van her du kesan bawer nakin.
Erdogan û Bahçelî yên faşîst ne tenê jin û zarokan dikujin, heta ji wan tê her tiştî dikujin. Ji ber ku ji kuştina sivîlan hez dikin, ev yek ji xwe re kirine pîşeyek. Hîn bêhtir qurbaniyan dixwaze. Mîna Dehaq... Ji ber vê yekê Erdogan-Bahçelî yên faşîst li Efrînê di serî de jin û zarokan; sivîlan dikujin, komkujiyan dikin. Eger konjonkturê bi kêrî xwe bibîne, wê yekser bi çeka kîmyewî hemû gelên li Efrînê bikujin. Ji xwe şop û nîşaneyên vê yekê jî hene.
Tevî ku ajanên MÎT'ê yên weke Hande Firat, Çetîner Çetîn her roj di medya AKP'ê de derdikevin û li ser zarok û jinan hewl didin rojevê berevajî bikin jî, her roj hê bêhtir di nava derewên xwe de difetisin. Erdogan-Bahçelî bi nexweşiya kuştina mirovan ketine. Wê li Efrînê bi berxwedana gelan bên definkirin.