Kujerê Kemal Kûrkût ê polîs hate berdan

Di Newroza Amedê de, polîsê Tirk ê ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuştî ,serbest hate berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di derbarê lêpirsîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin daxuyanî da. Serdozgeriyê, diyar kir ku polîsê bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" sewqî dadgehê hat kirin, serbest hat berdan.

Serdogzeriya Komarê ya Amedê, têkildarî lêpirsîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, Kûrkût ê ku di dest wî de kêr hebûye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin û hat ragihandin ku çi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê de ji du polîsên îfadeya wan hatiye wergirtin, yek jê serbest hatiye berdan û polîsê din ê bi daxwaza girtinês ewqî dadgehê hatiye kirin jî, bi şertê venêrîna edlî serbest hatiye berdan.

ÇI ÇÊBİBÛ?

Xwendekarê zanîngehê yê bi navê Kemal Kurkut ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Malatya hatibû Amedê. Ji bo Kûrkût dewleta Tirk weke kesê xwekuj yê bi guman dabû diyarkirin. Kemal Kûrkût ê ku nivî tazî li pêş kamerayan hatî înfazkirin de tenê di berîka wî de pirûka helbestan hebû.