Kujer beşdarî cenazeyê darbekar Evren bûn
Ji bo dîktatorê faşîzan mîmarê darbeya 12’ê Îlonê Kenan Evren, li Biryargeha Fermandariya Giştî merasîma leşkerî hat çêkirin.
Ji bo dîktatorê faşîzan mîmarê darbeya 12’ê Îlonê Kenan Evren, li Biryargeha Fermandariya Giştî merasîma leşkerî hat çêkirin.
Kesên ku li Kurdistanê navê wan tevlî komkujiyan bûne, beşdarî cenazeyê dîktator darbekar Kenan Evren bûn.
Berpirsê sereke yê Darbeya Faşîzan a 12’ê Îlonê, 7. Serokkomarê Tirk Kenan Evren ê 9’ê Gulanê li GATA ya dihat dermankirin, mir û li Goristana Dewletê hat definkirin.
Di merasîma cenaze de, dema mele helaltî xwest, çar kesan qîr kir û gotin ‘bila heram be’.
Gelek kesên ku navê wan tevlî cînayetên kiryar nediyar ên li Kurdistanê pêk hatine, bibûn, beşdarî merasîmê bûn. Orgeneralê teqawît ê Fermandariya Artêşa 1. ê berê Çevîk Bîr, wezîrê berê Mehmet Agar jî beşdar bûn.