Kuçukaslan: Tirkiye dewleteke terorê ye

Nûnerê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan diyar kir ku tê xwestin li Rojava qirkirineke nû bê kirin û got, "Asûrî-Suryanî-Keldanî wê nehêlin ku 1915 dubare bibe." Kuçukaslan got, "Tirkiye dewleteke terorê ye."

ÊrîŞên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombekirina sivîlan û koçberkirina gelan di nava gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî de bû sedema nerazîbûneke mezin.

Li Swêdê zêdeyî 100 hezar Asûrî-Suryanî hene. Asûrî-Suryanî ku bi fikar in Seyfo ya sala 1915'an hate kirin li Rojava dubare bibe, li dijî dagirkeriyê bi fikar in.

Nûnerê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ji ANF'ê re nirxand.

Kuçukaslan bal kişand ser bingeha dîrokî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist, Tirk ji dema ku ji Asya Navîn hatine Anatoliyê zextê li gelên herêmê dike û nirxan talan dike.

Kuçukaslan bi bîr xist ku di sala 1915'an de gelên ne Misilman hatin qirkirin û got, "Gelên Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî û Rûm ne xerîbê kiryarên qirkirinê yên dewleta Tirk in ku niha li Rojava dixwaze bike. Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriyeyê xwe dispêre kiryarên sala 1915'an. Ev zîhniyet ji hingî ve neguheriye. Bi heman mejî nêzî pirsgirêkan dibe."

'YA KU TERORÎST E DEWLETA TIRK E'

Kuçukaslan diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî yên Adarê de tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê derb xwar, AKP ji hev ket û got, "Ji bo krîz, bêkarî û pirsgirêkên din ên li welêt bidin jibîrikrin polîtîkayeke neteweperest û şoven dimeşînin. Hewl dide yekîtiya gelan, sîstema demokratîk û destketiyên demokratîk ên gelan weke gefekê nîşan bidin û tine bikin. Dibêje 'Ya li hemberî min rêxistinên terorê ne. Ez li dijî terorîzmê têdikoşim'. Ya terorîst dewleta Tirk e. Yên ku zilmê li gelan dikin, dixwazin bikin kole, yên ku mafên bingehîn binpê dikin, komkujî û qirkirinan dikin ew terorîst in. Lewma dewleta Tirk dewleteke terorê ye."

'DIXWAZE DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNE'

Kuçukaslan destnîşan kir, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û dewleta Tirk naxwazin mafên bingehîn û rewa yên gelan qebûl bikin û got, "Dewleta Tirk niha li pêş çavên tevahiya dinyayê dixwaze komkujiyê li gelên herêmê; li Asûrî-Suryanî-Keldanî û hemû gelên herêmê bike. Dixwaze gelan koçber bike û demografiya herêmê biguherîne. Divê raya giştî ya dinyayê hemû dewletên dinyayê di vê mijarê de hişyar bin."

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RAWESTIN'

Kuçukaslan destnîşan kir ku hemû welat divê li dijî polîtîkayên înkar û dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestîninin û got, "Dewleta Tirk hewl dide li xaka ku mirovahî lê afirî mirovahiyê bifetisîne. Li xaka Rojhilata Navîn, li xaka Mezopotamyayê ku Xiristiyanî lê afirî wê hemû nirxên pîroz biqedîne. Her welatên ku dibêjin ew demokrasî û şaristaniyê diparêzin divê nirxên pîroz ê civakê bînin bîra xwe û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. Gelo dewleta Tirk kengî û aştî bir ku deverê? Di sala 1915'an de qirkirin pêk anî. Bi dagirkirina Qibris û Efrînê komkujî kir. Niha jî dixwaze heman tiştî li Rojava bike. Dixwaze barbariya xwe li Rojava jî bike û talan bike."

'LI PÊŞBERÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Kuçukaslan destnîşan kir, ku Suryaniyên li dijî hemû qirikrin û zextan li se rpiyan man li dijî dagirkeriya dewleta Tirk radiwestin û bangeke wiha li saziyên Suryaniyan kir:

"Divê gelê me sedemên dagirkeriya dewleta Tirk baş zanibin. Eger saziyên Suryaniyan li dijî vê dagirkeriyê helwesteke tund nîşan nedin, wê bikevin wê rewşê ku bibin hevparê dewleta Tirk ên mijara koçberkirina gelê me. Ji ber vê yekê em neçar in ku bi hev re li dijî dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin û li dij rawestin. Saziyên Asûrî-Suryanî-Keldanî û gelê me divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevlî çalakiyan bibin. Nabe ku gelê me li pêşberî dagirkeriyê bêdeng be."

Kuçukaslan diyar kir ku ti cudahî di navbera Erdogan û lîderê DAÎŞ'ê Bagdadî, ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ'ê de nîne û got, "Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê û gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî wê li dijî dagirkeriyê li her deverê li ber xwe bidin."