Kûbîlay: Divê Tirkiye bêşert ji Sûriyeyê derkeve!

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay bal kişand ser kiryarên dagirker ên AKP-MHP'ê û got, "Divê Tirkiye bêşert û merc ji xaka Sûriyeyê derkeve."

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

'WÊ HESABÊ CIZÎRÊ BÊ PIRSÎN'

Kûbîlay di destpêkê de bal kişand ser komkujiya li Cizîrê hate kirin û got, "Beriya bi 4 salan îro li jêrzemînên Cizîrê 189 mirov hatin şewitandin û qetilkirin. Bêguman gelek gotin hene ku der barê hovîtiya li CizÎrê bên gotin. Bawer im wê dîrok bûyerên li Cizîrê qewimîn binivîsîne. Navên Mehmet Tûnç, Dayika Taybet wê li gel zarok û neviyên me bên bîranîn. Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Bila kes gumanan neke em ê hesabê vê komkujiyê zû yan jî dereng bipirsin."

FELAKETÊN XWEZAYÎ

Kubîlay bal kişand ser bobelatên xwezayî yên di van rojên dawî de rû didin û wiha got: "Piştî erdheja li Xarpêt û Meletiyê, du roj berê li navçeya Miksê ya Wanê heta niha 41 însanan ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de bûyerek xemgîn a qezaya balafirê jî li Stenbolê rû da. Em ji malbatên van kesên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.”

'WEZÎR SOYLÛ BI QAMÇIYAN LI XELKÊ DIDE'

Kubîlay da zanîn ku Tirkiye ji bûyerên wek bobelatên xwezayî erdhej, aşût û qezayan de bêtedbîr û bêamadehî ye û got: "Wezîrekî Karê Hundir heye. Di destê wî de qamçî heye û digere. Erdhej pêk hatiye û însan mirin e. Însan li bacên ji bo erdhejê tên dayîn dipirse. Wezîr jî ji van însanan re qamçiyê xwe nîşan dide. Çimkî dixwaze civakê bêdeng bike û naxwazin kes kêmasiyên wan rexne bike. Li welatên biyan erdhejên mezintir diqewimin, pozê kesekî/ê xwîn nabe. Lê li Tirkiyê erdheja bi pileya 6.8 pêk tê 41 însan jiyana xwe ji dest didin. Dema bersivên qanihkirinê tune bin, di dawiyê de însanan bi darê zorê bêdeng dikin. Însan, partî, sendîka, komele diçin hewarê û alîkariyê dibin, lê Wezîr asteng û qedexe dike. Nahêlin ku alîkarî bigihîje mexdûran.

Tê îdîakirin ku aşûta duyem ji ber qerebalixiya parlamentera AKP’ê ya berê û Şêwirmenda Serokkomar Gulşen Orhan pêk hatiye. Divê ev îdîa werin zelalkirin.

'XELK DIMIRE EW KETINE DERDÊ KÊFA XWE'

Li ber çavê desthilatdariyê û civakê însan bi komî jiyana xwe ji dest didin, lê Serokkomar Erdogan û îqtîdara wan ketiye derdê berjwendî û kêfa xwe. Li aliyekî li Miksê (Bahçsarayê) însan bi komî jiyan xwe ji dest didi, lê Erdogan ketiye ketiye derdê qesra li Xelatê çê bike. Gotinên wan û berjwendiyên wan şerma mirovahiyê ye. Em wek Koma HDP’ê ya li Meclîsê dibêjin; li şûna hûn qesrê li Xelatê çê bikin, li cihên wek Miksê tedbîran bigirin û ji bo xelkê xizmetê bikin.”

'DIVÊ TIRKIYE JI SÛRIYEYÊ DERKEVE'

Kûbîlay di dewama axaftina xwe de rewşa li Idlibê nirxand û got, "Li Idlibê rîska şer roj bi roj zêde dibe. Rewşa ku derketiye holê ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê rewşeke tirsnak e. Li aliyekî artêşa Sûriyeyê heye ku piştgiriyê ji Rûsya û Îranê werdigire, li aliyê din jî leşkerên Tirkiyeyê hene ku ji bo parastina HTŞ û OSO ferman wergirtine. Artêşa Sûriyeyê hewl dide xaka xwe ji bermahiyên El Qaîdeyê ji çeteyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) paqij bike. Tirkiye li wir çi dike? Çi karê leşkerên Tirkiyeyê li Idlibê heye? Beriya çend rojan 8 leşker li Idlibê mirin. Divê Erdogan eşkere bike ku ew leşker ji bo çi li Idlibê mirin, çima Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Sûriyeyê venakişîne.

Erdogan û rêveberiya wî hem li Sûriyeyê hem jî li Lîbyayê ketiye xefikê û vê carê wê bi gotina 'em hatin xapandin' nikaribin xwe ji berpirsyariya siyasî rizgar bikin. Eşkere dibe ku hemû peymanên bi Rûsyayê re hatine amadekirin li qadê bersiva xwe nîne. Ji ber ku ti peymana ku artêşa Sûriyeyê û rêveberiya Şamê napejirîne nikare pêk were. Lewma Erdogan bêje 'Pûtîn min xapand' wê xwe bixapîne.

Em yekane koma partiyê ya li meclîsê bûn ku li ber tezkereya Sûriyeyê rabûn û me benzîn li êgir nekir. Em ê her tim ji raya giştî ya Tirkiyeyê re qala pêwîstiya bi polîtîkaya derve ya serbilind, aştiyane û bi pîvan bikin. Em banga xwe dubare dikin; divê Tirkiye bêşert û merc ji xaka Sûriyeyê vekişe. Divê pêşî li pêvajoyeke siyasî ya demokratîk bê vekirin û hurmetê nîşanî mafê gelên Sûriyeyê yên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bide.