KRHE: Zexta li Şaredariyên Kurdan ne ya qebûlkirinê ye

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE) bal kişand ser desteserkirina şaredariyên Kurdan û zexta têk kirin û diyar kir, ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE) bi sernavê "Rewşa şaredariyên li Tirkiyeyê" civînek lidar xist. Di civînê de nûnerên herêm û şaredariyên 47 welatên endamê Konseya Ewropayê amade bûn.

Nîqaşa li vê civînê bi giranî li ser rewşa Şaredariyên li Kurdistanê ku bi rêya qeyûm tên desteserkirin, hat kirin.  Di civînê de hat destnîşankirin, ku Tirkiye li gorî pîvanên bingehîn ên kongreyê tevnagere.

Serokê Heyeta Fransayê Jean Lûîs Testût nerazîbûn nîşanî qeyûm û operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Ev pêla girtin û binçavkirinê bi ti awayî nayê qebûlkirin."

'LI DIJÎ PÎVANÊN ME YÊN BINGEHÎN E'

Hevraportorê Tirkiyeyê yê KRHE yê Swêdî Anders Knape û Serokê Delegasyona Hollandayê Leendert Verbeek ku di heman demê de Hevraportorê Tirkiyeyê ye li vir axivîn. Hevraportoran dan xuyakirin ku wan Tirkiye ziyaret kirine, bi derdorên cuda re rûniştine û tespît kirine ku Tirkiye li gorî pîvanên bingehîn ên kongreyê tevnagere. Hevraportoran diyar kirin, ew ê li ser vê mijarê raporê amade bikin.

Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û ji Şaredariya Amed/Peyasê Ayşe Serra Bûcak jî dan xuyakirin, ku AKP'ê şaredarî veguherandine leşkergehê.