Kovara muzîka Kurdî Ziryab derket

Kovara muzîka Kurdî ya bi navê Ziryab dest bi weşanê kir.

Yekemîn kovara muzîka Kurdî Ziryab dest bi weşana xwe kir. 

Ji koma Siya Şevê Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harun Elkî û Ozan Irmak di desteya weşanê ya kovarê de cih digirin. Mevlut Oguz û Serhat Temel edîtoriyê dikin. 

Desteya weşanê armanca derxistina kovarê wiha vedibêje: "Em dixwazin li her derê pirsgirêkên muzîka Kurdî û hunermendên Kurd bi zimanekî çêker û bi perspektîfeke fireh nîqaş bikin, çareser bikin û qadeke nû ku hunermend û guhdar bikaribin xwe tê de bînin ziman vekin.”

Naveroka hejmara Ziryabê ya yekemîn wiha ye:

"Harun Elkî, di mijara muzîka Kurdî de ji salên 90’î heta niha panaromayekê datîne holê û qala bandora tevna civakî ya li ser muzîkê dike. Îbrahîm Sarisû di derbarê Orfeus ku muzîkjenê yekemîn ê dîrokê ye û mozaîka  Orfeus sembola herî baş a muzîkê ya dîrokê ye nivîsiye. Serhat Temel li ser Orkestra Hasankeyfê, Serdar Ozturk li ser Dengbêj Reso portreyek amade kiriye. ”

Di hejmara yekemîn de ligel Kerem Gerdenzerî û Nizamettin Ariç , hevpeyvînên bi Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, Siya Şevê, Rewşan Çelîker  re hatî çêkirin cih girtine. 
Di kovarê de ligel hevpeyvînên li ser muzîkê albumên heta niha hatî çêkirin, danasîna albuman, nûçeyên di derbarê albuman de, danasîan pirtûkan û playlîstek cih digire.

Di hejmara yekemîn  a kovarê de posterê duayenê muzîka rock a kurdî Kerem Gerdenzerî û albuma koma Siya Şevê ya bi navê Li Pey Siya Xwe weke diyarî tê dayîn.