KOSGEB bi rengekî vekirî cihêkariyê dike

Li Bedlîsê, KOSGEB'ê serlêdana bexşê ya kesekî bi îdîaya "bi guman e" du caran red kir.

Bi bûyereke din a li Bedlîsê rû da re, careke din derkete holê ku Serokatiya Daîreya Piştgirî û Pêşvebirina Kargehên Biçûk û Navîn (KOSGEB) tenê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin û ji wan re bexşê dike. KOSGEB bi rengekî vekirî alîkariyê nade welatiyên deng dane HDP û DBP'yiyan.

Esnaf Hamza Ozkan, ji bo bexşê serî li Midûriyeta Şaxê KOSGEB ê Beldîsê da û jê re ev bersiv hate dayin: "Di nivîsa desteya me ya ragihandina biryarê de, ji we re hate ragihandin ku 'piştî lêpirsîna ewlekariyê li meqamên fermî hate kirin, wê ji bo we kar bê kirin'. Ev yek di çarçoveya biryarnameyên Rewşa Awarte û xala 2. de hatiye kirin. Ji ber ku rewşa 'bi guman' hatiye tespîtkirin, weke Walîtiya T.C. a Bedlîsê û Midûriyeta Beldîsê wê ji bo destekkirina projeya we, tiştek neyê kirin."

KET ROJEVA MECLÎSÊ

Piştî vê biryarê, Parlamentera Bedlîsê ya HDP'yî Mizgîn Irgat mijar xist rojeva meclîsê û ji Wezîrê Teknolojî Pîşesazî û Zanistiyê Farûk Ozlu pirsî, bê çima alîkariya bexşê ji welatiyên deng dane HDP û DBP'ê re nayê dayin.

PIŞTÎ BERSIVA WEZÎR, CAREKE DIN HAT REDKIRIN

Farûk Ozlu ji Irgat re got, "Li pêşiya ti welatiyên me astengî nîne, eger şert û merc lê bê, hingî wê desteka bexşê bigire." Li ser vê yekê Ozkan careke din serlêdan kir. KOSGEB'ê ev serlêdan cara duyemîn red kir.

OZKAN: JI BER KU HDP'YÎ ME DESTEKÊ NADIN MIN

Welatiyên mexdûr Hamza Ozkan da xuyakirin ku ti qeyda sicîla edlî der barê wî de nîne û anî ziman, ji ber ku wî deng daye HDP'ê ev yek li dijî wî tê kirin. Ozkan diyar kir ku wê dest bi pêvajoya hiqûqî bike, bal kişand ser xala "Kesê ku di nava 3 salan ceza lê hatiye birîn alîkariya bexşê nagire" kir û got, "Lê belê, sala 2002'an ji ber ku di nava Baskê DEHAP'ê yê Ciwanan de xebitîm, 6 mehan li girtîgehê hatim girtin. Ji vê bûyera berî 15 salan qewimî û pê ve alîkariya bexşê nema ji min re hate dayin."