Koronavîrus: Li Îran, Iraq û Başûr rewşa dawîn

Li Îran, Iraq û Başûr hejmara nexweşên koronavîrusê zêde dibin.

Li Îran, Iraq û Başûr hejmara nexweşên koronavîrusê zêde dibin.

ÎRAN

Berpirsê Têkiliyên Gel Re yên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê Kîyanûş Cîhanpur diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 113 kesên din ji ber koronavîrusê mirine. Li Îranê hejmara miriyan bûye 724 û hejmara nexweşan jî bûye 13 hezar û 938.

Ji ber koronavîrusê hilbijartina parlementeriyê ya tûra duyemîn taloqî 11 Îlonê hate kirin.

IRAQ

Li bajarên Kerbela, Necef, Zikkar, Meysan, Bexda û Kerkûkê hin kesên ku ji ber koronavîrusê nexweş ketibûn, tedawî bûn.  Li temamî Iraqê heta niha 81 nexweş hatine tespîtkirin. 26 nexweş jî pak bûne. Li Iraqê heta niha 10 kes ji ber koronavîrusê mirine û hejmara nexweşan jî bûye 110.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Silêmanî û Hewlêrê heta niha 29 nexweş hatine tespîtkirin. Bi hezaran kes jî di bin çavdêriyê de ne. Di 14’ê Adarê de ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, îro daxuyaniyeke din hate dayîn û hate diyarkirin ku qedexeya derketina derve 3 rojên din hatiye dirêjkirin.

Hikumeta Iraqê berê jî li Mûsûlê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve ragihandibû.

Odeya Krîzê ya Iraqê îro daxuyaniyeke din weşand û diyar kir ku li Meysan, Zikar, Kerbela û Kerkûkê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.