Koordînasyona hilbijartinê li Bakurê Fransayê civiya
Koordînasyona hilbijartinê, li ser mijara dengdayînê ya ji îro û pê ve destpê dike, li Bakurê Fransayê civînek lidar xist.
Koordînasyona hilbijartinê, li ser mijara dengdayînê ya ji îro û pê ve destpê dike, li Bakurê Fransayê civînek lidar xist.
Koordînasyona hilbijartinê, li ser mijara dengdayînê ya ji îro û pê ve destpê dike, li Bakurê Fransayê civînek lidar xist. Di civînê de birin û anîna hilbijêran ji bo dengdayînê hat nirxandin. Her wiha ji bo civînên rojên 10 û 11'ê Cotmehê yên saet di 14:00 de banga tevlîbûnê hat kirin.
Berdevkên koordînasyona hilbijartinê yên li qada herêmî dixebitin, di civînê de bernameyên xwe pêşkêşî koordînasyonê kirin û aşkera kirin ku wê bi kîjan awayî hilbijêran bibin ser sindoqan. Li her bajarî wê li ber Navendên Civaka Demokratîk an jî stasyonên li herêman, di nava hefteyê de her roj wê wesayît ji bo birin û anîna hilbijêran amade bin.
Her wiha di dawiya hefteyê de jî wê bi awayekî konvoy, hilbijêran bibin ser sindoqan. Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê jî da xuyakirin, ku divê hilbijêrên li hemû bajaran, di nava hefteyê de ji bo dengdayînê bibin ser sindoqan.
Koordînasyonê da zanîn, ku li herêmên hejmareke zêde ya hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî hene, wê ji bo agahdkirina hilbijêran konên enformasyonê yên HDP'ê werin vedan. Her wiha ji bo civînên dawiya hefteyê yên bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, banga tevlîbûnê hat kirin.
Dem û cihê civînên gel ên bi beşdariya Baydemîr pêk werin, wiha ne:
10'ê Cotmehê roja Şemiyê, saet: 14:00
Cih: Espace Champ de foire Route des Refuzinsk-95200 Sarcelles
11'ê Cotmehê roja Yekşemê, saet: 14.00
Cih: Salona dawetê ya Epone - Normandie
11'ê Cotmehê roja Yekşemê, saet: 18.00
Cih: Navenda Çanda Elewiyan a Dreux