Koordînasyona Ciwanên Azad: Em bi ruhê Kobanê li dijî darbeyan li ber xwe bidin

Koordînasyona Ciwanên Azad bang li ciwanên Kurd û ciwanên sosyalîst şoreşger ên li Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyan û darbeyên li vîna gelê Kurd hatine kirin, bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin.

Koordînasyona Ciwanên Azad a Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP li dijî Rojava dimeşîne, banga "Em bi ruhê Kobanê li dijî faşîzmê dakevin qadan" kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên giran ên dewleta Tirk li Rojava û Bakurê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtin, binçakirin û komkujiyan û hat gotin, "Mîna ku em gelek caran bibîr anîn; hêzên navneteweyî yên ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin, çawa ku li pêşberî komkujî û dagirkeriya li Kurdistanê bêdeng man, niha jî li dijî dagrkeriya li Efrînê jî bi rengekî 'min nebihîst, nedît, nizanim' tevdigerin.

Weke ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn, em ê li pêşberî vê hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Rojava bêdeng nemînin. Em bi her awayî mafê xwe yê rewa bi kar bînin, li cem gelê xwe cih bigirin û li dijî hêzên hewl didin Rojhilata Navîn veguherînin derya xwînê, em ê dakevin qadan.

Ji bo vê jî em bang li ciwanên Kurd û sosyalîst şoreşger ên li Ewropayê dijîn, li dijî van komkujiyan û darbeyên li dijî vîna gelê Kurd hatine kirin, bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin."