Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Divê tecrîd were rakirin

Koordînasyona Çavdêr a Greva Birçîbûnê ya Xwecih diyar kir tecrîda li Imraliyê li dijî rêziknameya Mandela ya NY'ê, şîretên CPT'yê û Qanûna Înfazê ya 5275'an e û xwest ku tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Koordînasyona Çavdêr a Greva Birçîbûnê ya Xwecih têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e 104 roj in didome, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Enqereyê pêk hat. Endamên Koordînasyonê tevlî civînê bûn. Endama Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) parêzer Ayşegul Çagatay daxuyanî xwend û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser her qada jiyana girtiyan bandorê dike.

Çagatay got li girtîgehan her cûre mafên girtiyan tê binpêkirin. Çagatay destnîşan kir  tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêzika Netewên Yekbûyî (NY) a Mandela, şîretên CPT û Qanûna Înfaza jimara 5275’an e û xwest sazî û dezgehên pêywendîdar divê demildest wezîfeya xwe bikin. Çagatay bang li rayedaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê li tavilê gavan biavêjin.