Kooperatîfa MED li Dusseldorfê kongreya xwe pêk anî

Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya MED, 2'emîn kongreya xwe ya asayî li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi beşdariya delegeyan û siyasetmedarên Kurd pêk anî.

Di kongreyê de grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, hate silavkirin.

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, parlamenterên Kurd ên li sirgûnê Nûrsel Aydogan, Lezgîn Botan, Faysal Sariyildiz û aborînas Ahmed Pelda bûn qiseker û tevlî kongreyê bûn.

Kongre saet 12'an li salona civvînê ya Lessing Gymnassim pêk hat.

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç li ser girîngiya rêxistinkirina aboriyê axivî.

Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan jî anî ziman, birêxistinkirina aboriyê di têkoşîna jiyana nû ya Kurdan de xwedî cihekî girîgn e û got, divê hejmara endaman zêdeyî deh hezaran kesî be. Aydogan bal kişand ser girîngiya karên kooperatîfê û anî ziman, piştî kongreyê wê bibe endama destpêkê.

Parlamenterê serdemên 25 û 26'an ê Wanê Lezgîn Botan jî anî ziman, li Rojava şoreşeke mezin pêk hatiye, lê belê karê lobî yê gelê Kurd zêde ne xurt e. Botan destnîşan kir ku divê ew giraniyê bidin ser karên dîplomasiyê û birêxistinkirina aboriyê û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê gelek dewlemendiyên xwezayî hene. Tevî vê yekê jî ji bilî Kurdan her kes sûcê jê werdigirin. Bi lîstikên polîtîk mirovên me hewcedarî vê yekê tên hiştin."

Parlamentera Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser asta heyî ya faşîzma li Tirkiyeyê kir û got, "Dibe ku berdêlên ku em îro didin giran be, lê belê di dawiyê de em ê bi ser bikevin."

Aborînasê Kurd û rojnamevan Ahmed Pelda jî işaret bi girîngiya sazîbûna li Elmanyayê kir û anî ziman, divê rêxistinkirina aboriyê bi rengekî stratejîk bê dîtin û li ser modelên rêxistinbûnê yên li Elmanyayê agahî da.

Di dawiya kongreyê de hilbijaritn pêk hat û li gorî vê yekê;

Ji bo desteya şêwirmendiyê: Sedat Mert, Hasan Özkan, Şenol Şimşek û Faysal Sarıyıldız

Ji bo desteya kontrolê: Ruken Korkut, Erdal Irgat û Nesim Akcan

Ji bo desteya rêveberiyê: Yusuf Durdu, Dilek Aydın, Niyazi Öztaş, Salman Irgat, Nihat Kaygalak, Doğan Yeşil û Necdet Bayraktar hatin hilbijartin.