Kontrola 'biyometrîk' li dijî 'mafên kesayetî' ye
Kontrola 'biyometrîk' li dijî 'mafên kesayetî' ye
Kontrola 'biyometrîk' li dijî 'mafên kesayetî' ye
Wezîfedarên tenduristiyê û hiqûqnas diyar dikin ku rêbaza kontrola 'biyometrîk' a li ser nexweşên serî li saziyên tenduristiyê yên taybet didin bi hevkariya SGK tê kirin, li dijî hiqûqê ye û hişyarî dan ku bi vê rêbazê re qeydkirin.
Wezareta Tenduristiyê dest bi pêkanîneke nû kir û li nexweşxaneyên taybet ên bi SGK re xwedî peyman in sîstema 'kontrola biyometrîk-xwendina rehên kefa destê mirovan' da destpêkirin. Wezîfedarên tenduristiyê û hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî vê sîstema ku dê daneyên şexsî werin qeytkirin û destnîşan kirin ku ev yek binpêkirina mafê şexsî ye.
‘LI DIJÎ MAFÊ NEXWEŞ E’
Sekretera Şaxê Jinan a SES Îzmîrê Rûkiye Çakir diyar kir ku xwendina kefa destê nexweşan tê wê wateyê ku nexweş di her kêliyê de tê şopandin û qeydkirin. Çakir bibîr xist ku di warê pîşeyî de wan ji bo veşartina agahiyên nexweşan sond xwarine.
HIŞYARIYA ‘AGAHÎ DIKARIN WERIN FIROTIN’
Çakir ragihand ku ev pêkanîn dê li nexweşxaneyan kar jî asê bike û rexne kir ku divê ev rê û rêbazên li dijî mafên kesayetiyê li saziyên tenduristiyê neyên bikaranîn.
Çakir da zanîn ku ev agahiyên tên qeydkirin dikarin werin firotin, dikarin bên kirîn û parvekirin û bibîr xist ku par SGK'yê agahiyên nexweşan ji kargeheke taybet a sîgortayê re firotibû.
‘DEWLET HER KESÎ BI SEXTEKARIYÊ SÛCDAR DIKE’
Parêzer Hasan Huseyîn Evîn jî anî ziman ku hikûmet vê pêkanînê bi bahaneya 'pêşîgirtina li sextekariyê' bicih tîne û got, "Qaşo ji bo pêşî li vê sextekariyê bê girtin, pêkanîneke wiha dikin. Bi pêkanîneke wiha re hemû mirov weke sextekar tên dîtin. Daneyên şexsî di hin rewşên taybet de ancax bi biryara dadgehê dikarin werin wergirtin. Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) bêyî hewcehî bi biryara dadgehê bibîne, mîna ku pêkanîneke ji rêzê ye, hewl dide vê yekê bike. Em dikarin vê pêkanînê weke bêhurmetiyek li dijî mafên şexsî binirxînin. Li aliyê din ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e."