Yekîneyên ewlekariyê yên li Berlînê tespît kirin ku wezîfedarên li konsolosxaneya li bajarê Hewlêrê bi şebekeyeke qaçaxçitiya mirovan dike xebitîne û ji bo welatiyên Sûriyeyê bên Elmanyayê di berdêla pereyan de vîze dane.
Hate ragihandin, dozgeriya Berlînê kete dewrê û li ser Konsolosxaneya Elman a li Hewlêrê lêpirsîn da destpêkirin. Tê gotin, di lêkolîna destpêkê de hatiye tespîtkirin, wezîfedarên konsolosxaneyê yên bi şebekeya qaçaxçitiya mirovan re dixebitîn, navbera mehên Tebax û Kanûnê yên sala 2017'an di berdêla 12 hezar Euroyî de vîze dane 25 Sûriyeyiyan.
WEZARETA KARÊN DERVE REWŞA SOSRET PIŞTRAST KIR
Di lêpirsînê de hate gotin, tevî wezîfedarên konsolosaxneyê, hin rayedarên herêmî yên Hewlêrê jî hevkarî bi şebekeyê re kirine, welatiyên Sûriyeyî weke yên Iraqê nîşan dane û bi vî rengî kirine ku pasaport ji wan re bê dayin. Li gorî dozgeriyê, ji bo şopa tiliyên wan ên li vîzeyê neyê tespîtkirin, şebekeyê piştî hatina wan a Elmanyayê pasaport ji wan stendiye û ji ber vê yekê jî baş nehatiye tespîtkirin bê vîze ji çend Sûriyeyiyan re hatiye dayin.
Piştî ku nûçeya li ser mijarê di malpera nûçeyan a Spîegel Onlîne de cih girt, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daxuyaniyek da û rewşa sosret a li Konsolosxaneya Hewlêrê piştrast kir.
Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Hewlêrê, sala 2009'an bi merasîmekê hate vekirin ku Wezîrê Karên Derve yê wê demê Frank-Walter Steînmeîer jî tevlî merasîmê bûbû.