Konseya Ewropayê AKP hişyar kir

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê da û hişyariya "parastina jiyana demokratîk" da AKP'ê.

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland, der barê qewimînên dawî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Jangland ragihand ku bûyer gihaştine asteke xetere ku alarmê dide û êrîşên li hemberî HDP'ê û hin buroyên çapemeniyê bibîr xist. Jangland banga "parastina jiyana demokratîk û welatiyan" li hikûmeta AKP'ê kir.

Jagland destnîşan kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê wê pêşî li jiyana demokratîk bigirin û ji malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.