Konseya Bilind a Kurd li Enqereyê dest bi temasan kirin

Konseya Bilind a Kurd li Enqereyê dest bi temasan kirin

Heyeta Konseya Bilind a Kurd ya nûneriya herî bilind ya Rojavayê Kurdistanê ye li Enqereyê dest bi temasan kirin.

Endamê Konseya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed, Mistefa Meşayîx û Mehemedê Musa di nava heyetê de cih digire û li Enqereyê sibê dest bi temasan kirin.

Heyet ji bo temasan pêk bîne, ji seriyê Sînor yê Şenyurtê hat Mêrdînê û ji wir jî derbasî Amedê bibûn.

Heyetê li Enqereyê bi seferatxaneyan re hevdîtin pêk anî û tê payîn ku nûnerên wezareta Karê Derve jî  hevdîtinê pêk bîne.