Konsera Nisêbînê bi hinceta dozê hate qedexekirin

Konsera Hunermed Azad Bedran û Zinar Sozdar a ku wê ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve bihata lidarxistin, bi hinceta doza wan hene hate qedexekirin. Biryara qedexeyê ji aliyê walîtiyê ve hate dayîn.

Qedexeya li ser konserên hunermendên Kurdî her diçe zêde dibe. Konsera Azad Bedran û Zinar Sozdar a li bendê bû ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bê lidarxistin ji aliyê Qeymeqamtiya Nisêbînê ve hate qedexekirin.

Qeymeqamtiyê bi hinceta dosyaya dozê ya hunermendan heye rê neda ku konsera ku wê 28’ê Tîrmehê li Navenda Çanda Mîttanî bê lidarxistin.

JI MUZÎKA KURD DITIRSIN

Hunermend Azad Bedran li ser betalkirina konserê got: “Ev pêkanîn di demê dawî de li dijî gelek hunermendên Kurd de pêk tê û bi zanistî tê kirin. Ji çand û muzîka Kurdî ditirsin. Ev nakeve ti çarçoveya hiqûq û demokrasiya welatekê. Ev rewşeke pêkenînê ye. Çi dibe bila bibe em ê rojekê bi azad konsera xwe bidin.”