Konseptên Elmanyayê yên ji bo 'qedandina' PKK'ê -2

Li dijî konseptên 'qedandinê' yên dewleta Elman ên li hemberê têkoşîna azadiyê ya Kurdan, gelê Kurd û dostên wan bi salan e têdikoşin. Li gorî hiqûqnasên Elman, qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî Elmanyayê nehatiye.

Dewleta Elman qîma xwe bi qedexekirina PKK'ê neanî. Hêzeke li nava dewletê, qedexe timî nû û dewam kir. Elmanyayê bi vê rêbaza xwe konseptên nû yên 'qedandinê' li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd xiste dewrê û di şerê Kurdistanê de bi rengekî vekirî nîşan da ku li aliyê dewleta Tirk e.

Siyaseta şîdetê ya dewleta Elman a li dijî Kurdan dawiya salên 1990'î û destpêka salên 2000'î zêde bû. Bi fermana Wezareta Edaletê, 28'ê Cotmeha 2010'an biryar hate dayin ku xala 129b ji bo dozên PKK'ê jî derbas bibe. Ji hingî ve gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd, tevî ku ti sûc nekirine jî bi hinceta qanûna 129b ji aliyê dadgeriya Elman ve hatin şopandin û girtin.

129b yek ji qanûnên 'antî-terorê' bû ku li Elmanyayê piştî êrîşên 11'ê Îlonê kete meriyetê. Li gorî qanûnê, dema ku hedefên gengaz ên di çarçoveya rêxistinên biyanî de karibin çalakiyên şîdetê bikin werin tespît kirin, ew rêxistin wê bê şopandin. Bi vê yekê re, kesên ku pêwendiya xwe bi komên li derveyî Elmanyayê çalakiyên şîdeta polîtîk kiribe, wê li Elmanyayê karibûna bihata darizandin.

Bi xala 129b re ji bo darizandina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd hinceteke qanûnî hatibû afirandin. Li aliyê din, "qanûna komele û xwepêşandanan" ji ber qedexeya sala 1993'an li dijî Kurdan bi tundî dihate bikaranîn. Salên dawî sembol-al, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşma "Bijî Serok Apo" jî di nava qedexeyê de hatin bicihkirin.

Lê belê tevî destgîrkirin, girtin, cezayên girtîgehê û pereyan, Kurd xwedî li sembolên xwe yên siyasî derketin. Li gel provokasyon û êrîşên polîsan, çalakiyên sivîl ên bê şîdet kirin û bi vî rengî xwedî li sembolên xwe derketin. Kampanya 'Ez jî PKK'yî me' ku sala 2001'ê li Kurdistan û Ewropayê pêk hat, li Elmanyayê gelekî bal kişand. Îmzeyên li Elmanyayê hatin berhevkirin pêşkêşî meclîsên federal û eyaletan hatin kirin. Elmanyayê hem daxwazên Kurdan red kir, hem jî der barê bi sedan kesî de lêpirsîn vekir, girt, cezayê pereyan birî û li pêşiya mafê welatîbûnê û dirêjkirina dema rûniştinê astengî derxist.

12'ê Cotmeha 2012'an, Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal a Elman li daxwazên kampanya 'Bila nasnameya Kurd were naskirin' guhdarî kir. Organîzatorê kampanyayê YEK-KOM'ê sala 2011'an bi 50 hezar îmzeyî serî li meclîsê da û daxwazên Kurdan ên ji 12 xalan xist rojeva meclîsê. Yek ji daxwazan jî rakirina qedexeya li ser PKK'ê bû.

Bi wesîleya salvegera 20'an a qedexeya li ser PKK'ê, saziyên civaka sivîl a Elman, parêzvanên mafên mirovan û Kurdistaniyên li Ewropayê roja 16'ê Mijdara 2013'an li Berlînê xwepêşandaneke mezin pêk anîn. Bi hezaran kesên tevlî meş û mîtîngê bûn xwestin qedexe were rakirin.

Tevî ku di Newroza 2013'an de bi banga Ocalan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 'pêvajoya aştî û çareseriyê' dest pê kir, dewleta Elman dest ji siyaseta xwe ya li dijî Kurdan berneda.

PIŞTÎ KU PKK'Ê ÊZIDÎ JI QIRKIRINÊ RIZGAR KIR...

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an hewl da li Şengalê Êzidiyan qir bike û şervanên YPG/YPJ'ê û gerîlayên HPG/YJA Starê bi deh hezaran Êzidî rizgar kirin, nêrîna li qada navneteweyî ya li tevgera azadiyê ya Kurd guherî.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Tageszeîtûng (Taz) roja 3'ê Îlona 2014'an bi manşeta "PKK parçeyekî Elmanyayê ye" derket. Rojnameyê di manşeta xwe de ev pirs kir: "PKK a ku bi têkoşîna xwe ya li dijî terorîstên DAÎŞ'ê pesnê wê tê dayin, çima li Elmanyayê qedexe ye?" Rojnameyê ragihand ku PKK'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşîneke xurt da û divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Kovara Der Spîegelê jî roja 27'ê Cotmeha 2014'an bi sernavê "Bi tena serê xwe li dijî terorê" di wêneyê bergê xwe de cih da têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê. Kovarê ji bo Kurdan tespîta "Gelê hatiye terikandin" kir û diyar kir, PKK di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hêviya herî dawî ya cîhana rojava ye. Siyasetmedar û medya Ewropayê jî bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' derxîne. Ji Elmanyayê jî xwestin ku qedexeyê rake.

Lê belê rêveberiya Berlînê guh neda bangên raya giştî û çapemeniyê û nedixwest siyaseta xwe ya li dijî Kurdan biguherîne. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Frank-Walter Steînmeîer yek ji wan kesan bû ku bi rengekî vekirî got wê qedexeya li ser PKK'ê bidome.

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji 16 eyaletan re şand û diyar kir ku çarçoveya qedexeya li ser PKK'ê berfireh bûye û xwest, alên PYD, YPG, Y PJ û gelek partî û saziyên Kurdan bên qedexekirin. Bi saya berxwedana Kurdan û dostên wan, hin eyaletan xwe nedan ber bicihanîna qedexeyê. Lê bi taybetî eyaleta Bavyerayê li dijî sembolên YPG/YPJ'ê siyaseteke tund meşand.

Salên dawî, polîs û dozgerên Elman li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bi rengekî ne kêmî dewleta Tirk tevdigere. Sala 2017'an li dijî Kurdan 136 lêpirsîn hatin vekirin. Ev hejmar sala 2016'an 37, sala 2015'an 24, sala 2013'an jî 13 de bû.

LÛNNEBACH: QEDEXE HIQÛQÎ NÎNE, BIRYAREKE SIYASÎ YE

Gelo hewldanên krîmînalîzekirinê, zext û lêpirsînên 25 sal in bi rêk û pêk tên kirin li hiqûqa Elman tê yan na? Parêzer Edîth ku ji dozên li Dusseldorfê û vir ve parastina Kurdan dike, anî ziman ku bi qedexeya sala 1993'an re Kurd li derve hatine hiştin. Lûnnebach di salvegera 25'an a qedexeyê de ji ANF'ê re axivî û got, "Qedexeya li ser PKK'ê şaşitiyeke mezin bû. Biryarek bû ku bêyî nîqaş li ser were kirin hate dayn."

Lûnnebach diyar kir, qedexeya li ser PKK'ê biryareke hiqûqî nîne, biryareke siyasî ye û got, "Biryar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hte dayin."

BEHRENS: BI QEDEXEYÊ RE SIYASETA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ HATE HÊSANKIRIN

Parêzerekî din ê siyasetmedar û aktîvîstên Kurd Antonîa von der Behrens anî ziman ku qedexeya li ser PKK'ê bandor li gelek Kurdên li Elmanyayê kir. Behrens diyar kir, bi qedexeyê re krîmînalîzekirina Kurdan hêsan bû û got, "Bi vî rengî xwestin ku mirovan bitirsînin û nehêlin ku aktîf bin."

Li ser rewşa ji niha û pê ve Behrens ji ANF'ê re got, "Hejmara dozên ji ber xala 129b hatine vekirin dema dawî zêde bû. Tevî vê yekê jî ne zelal e ku zextên li dijî tevgera Kurd çawa bidomin. Lê li aliyê din, hejmara mirovên ceza li wan hatine birîn zêde nebûye, weke xwe maye. Ne bawerim ku hejmara dozên ji ber xala 129b hatine vekirin zêde bûbe, lê dibe ku doz û lêpirsînên ji ber qanûna komele û xwepêşandanan zêde bibe. Em ê di dema pêş de bibînin bê sererastbûna têkiliyên Elman-Trik wê bandorê li hejmara wan dozan bike yan na."

KONSEPTÊN WELATÊN DIN ÊN LI DIJÎ PKK'Ê

Tevî ku welatê bi rengekî fermî PKK xistiye lîsteya qedexeyê Elmanya ye, Fransa welatê destpêkê ye ku karên siyasî yên Kurdan qedexe kiriye. 21'ê Mijdara 1993'an operasyona herî mezin a polîsiye ya li dijî Kurdan kir. Polîsên Fransayê avêtin ser 17 komele û gelek malan û 110 kes destgîr kirin. Hinek jê şeş mehan li girtîgehê man. Di encama heman operasyonan de Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê hate girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Charles Pasqûa bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan diahte naskirin. Doza li ser wan operasyonan sala 2001'ê bi beraata bersûcan qediya. Ji sala 2000'î û pê ve zextên li Fransayê derket asteke nû û êrîş li azadiya îfadeyê hate kirin. Piştî Med TV, qenala duyemîn a Kurdan Medya TV ku sala 1999'an vebû, sala 2004'an ji aliyê Fransayê ve hate qedexekirin.

Piştî ku siyasetmedarê rastgir Nîcolas Sarkozy bû Serokkomar, ji sala 2007'an û pê ve destgîrkirin û zextên li Kurdan zêde bû. Di navbera Çileya 2007'an û Sibata 2013'an de nêzî 240 Kurd bi hincetên siyasî hatin destgîrkirin. Cotmeha 2011'an di navbera Parîs û Enqereyê de li dijî karên siyasî yên Kurdan peymaneke berfireh a ewlekariyê hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê wê operasyona hevpar bihata kirin.

Piştî ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, ji ber zexta raya giştî pêşnûme qanûna antî-Kurd 26'ê Sibatê hate rawestandin.

Rêveberiya Londonê Sibata 2001'ê PKK bi fermî qedexe kir. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Jack Straw ragihand, wan endametî û piştgiriya ji bo 21 tevgeran ku PKK jî di nav de ye, qedexe kirine. Enqereyê ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Piştî salekê, Çileya 2002'an vê carê Awûstralyayê PKK qedexe kir. PKK niha di 'lîsteya rêxistinên terorîst' ên Elmanya, Îngilîstan, DYA, Awûstralya, Kanada, Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û Zelanda Nû de cih digire. Sala 2008'an hikumeta Kirgizîstanê biryarek da ku PKK'ê weke 'rêxistina terorîst' dinirxîne.

Destpêka meha Mijdarê, rêveberiya DYA'yê li dijî damezrîner û rêveberên PKK'ê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan fermana girtinê da. Kurdan û gelên din ev biryara rêveberiya Trûmp şermezar kirin.