Konseptên Elmanyayê yên ji bo 'qedandin'a PKK'ê -1

Qedexeya li ser PKK'ê ku 26'ê Mijdara 1993'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê yê Elmanyayê Kanther ve hate ragihandin, dikeve sala 25'an. Dewleta Elman bi vê qedexeyê re hem zerar da demokrasiyê, hem jî hewl da berxwedana gelekî krîmînalîze bike.

Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û rejîmên paşverû yên Rojhilata Navîn têdikoşe, rêveberiya DYA'yê li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan biryara girtinê da.

Bêguman ev biryara DYA'yê ne hewldana destpêkê ye ku li qada navneteweyî ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tê kirin. Beriya niha jî rêveberên PKK'ê li derveyî dewletên mêtinger ên li Kurdistanê hatibûn girtin û cezakirin. Ya ku ev da destpêkirin jî dewleta Elman bû. Ji destpêka salên 1960'î bi taybetî jî piştî cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î nifûseke zêde ya penaberên Kurd berê xwe dan Elmanyayê.

Piştî ku PKK'ê 15'ê Tebaxa 1984'an dest bi têkoşîna çekdarî kir, Kurdên li Elmanyayê xwe ji aliyê siyasî, çandî û civakî ve bi rêxistin kirin. Vê yekê rêveberiya Bonnê dixist nava tirs û fikaran. Bi fermana serdozgeriya federal, sala 1987'an li dijî siyasetmedarên Kurd pêla destgîrkirin, girtin, serdegirtina mal û komeleyan dest pê kir û ev yek sala 1988'an zêde bû. 5'ê Sibata 1988'an li gelek bajrên Elmanyayê siyasetmedarên Kurd bi rengekî komî hatin destgîrkirin û girtin.

Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de zêdeyî 20 siyasetmedar û aktîvîst, 24'ê Cotmeha 1989'an li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê li beşên bi ewlekariya taybet derketin pêşberî dadger. Doza Dusseldorfê heta Adara sala 1994'an dewam kir.

DMME'YÊ JI BER DOZA DUSSELDORFÊ CEZA LI ELMANYAYÊ BIRÎ

Sûcdariyên ku di dema darizandina Dusseldorfê de hatin kirin, nehatin îspatkirin û girtî li pey hev hatin berdan. Vê dozê bi 8,5 milyon Markî zerar da dewleta Elman. Dûran Kalkan ku Nîsana 1988'an li ser sînorê Fransayê hate destgîrkirin û ew anîn Elmanyayê, di doza Dusseldorfê de hate darizandin û Adara 1994'an hate berdan.

Kalkan ji ber ku 5 sal û 11 mehan girtî hate hiştin û nivîsên wî yên bi parêzeran re bi rêk û pêk hatin xwendin, doz bi Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê Tîrmeha 2001'ê biryara xwe eşkere kir û Elmanya mehkûm kir. Lê belê Kalkan pereyê ku diviyabû Elmanya bide qebûl nekir.

Di darizandina Dusseldorfê de Huseyîn Çelebî ku hingî 21 salî bû bal dikişand. Çelebî piştî ku sala 1990'î hate berdan, tevlî nava têkoşîna gerîla bû. Çelebî sala 1992'an şehîd bû.

KONSEPTA SALA 1993'AN A ELMANYAYÊ

Destpêka salên 1990'î rêxistinbûna Kurdan a li Elmanyayê xurt bû. Hema bêjin li her bajarekî komeleyeke Kurdan hebû. Sala 1992'an ku şerê li Kurdistanê di asta herî bilind de dewam dikir, rêxistinbûna Kurdên li Ewropayê jî derket asta herî bilind. 1'ê Tebaxê li stadyûma Bochûmê 1. Festîvala Kurdistanê ya Navneteweyî pêk hat û Kurdistaniyan tevî dostên xwe stadyûm dagirtin. Tevgera Kurd cara yekê bû ku bi sed hezaran mirov li hev civandibû.

Piştî ku Tansû Çîller Hezîrana 1993'an bû Serokwezîr, şerê li Kurdistanê giran bû û li dijî Kurdên li Elmanyayê konsepteke nû kete dewrê. Çîller 20'ê Îlona 1993'an hat Elmanyayê û dûre bi vexwendina Serokê DYA'yê Clînton 12'ê Cotmeha 1993'an çû DYA'yê. Çawa ku rejîma niha ya Erdogan dike, Çîller jî wê wextê dixwest piştgiriyê ji hêzên global bigire.

Dûre dewleta Elman konsepta xwe ya sala 1993'an xist dewrê. Wezîrê Karên Hundir, tevî ku nûnertiyeke fermî ya jî karekî PKK'ê lê tinebû, ragihand ku wan PKK qedexe kiriye. Di çarçoveya qedexeyê de Weşanên Berxwedan, Ajansa Nûçeyan a Kurd-Ha, komîteyên Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Çand û Karkerên Welatparêz ên Kurdistanî (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên ser bi wê ve hatin qedexekirin.

Manfred Kanther 25'ê Mijdarê di nûçeyên êvarê yên qenala ARD'ê de wiha digot, "Ez nikarim destûrê bidim ku Elmanya bibe welatekî şer û îsyanê. Elmanya ne cihê bêhnvedana terorîstan e. Em ê destûrê nedin ku hin komên biyanî pirsgirêkên xwe yên li welatên din bînin welatê me. Qedexe wê rê li ber wê yekê veke ku kesên bi zorê bûne endamê van komeleyan xwe ji gefên PKK'ê biparêzin."

Lê belê rewş ne weke gotinên Kanther bû. Qedexe beriya pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê hate ragihandin. Li komeleyên ku dixwestin di çarçoveya qedexeyê de wan bigirin, Kurdan dest bi çalakiya rûniştinê û grevên birçîbûnê kirin. Di şeva destpêkê de Kurdan mohra girtinê ji deriyê komeleyan rakirin û bi vî rengî bersiva herî xurt dan qedexeyê.

BI BIRYARNAMEYÊ RE ENWROZ HATE QEDEXEKIRIN

Bi qedexeya 93'an re pîrozbahiyên Newrozê ku wê yekemcar li hemû bajarên Elmanyayê pêk bihata, 20'ê Adara 1994'an bi biryarnameyê hate qedexekirin. Qedeyê rê li ber hêrseke mezin a Kurdan vekir. Hemû rêyên navbera bajaran li dijî Kurdan hatin girtin. Çalakgerên Kurd jî dest bi girtina otobanan kirin.

Yê ku qedexe bi tundî bi cih anî, Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bayernê Gunther Becksteîn bû ku dostekî Tirkan e. Li Bayernê, 500 Kurdên wê rojê tevlî çalakiyan bûn hatin destgîrkirin û lêpirsînên ku bi salan dewam bikin li wan hatin vekirin. Li Mannheîmê jî aktîvîstên jin ên Kurd Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li dijî qedexekirina Newrozê ya li Elmanyayê bedena xwe dan ber agir.

PIŞTÎ RAGIHANDINA QEDEXEYÊ, POLÎSAN DEST BI KUŞTINÊ KIRIN

Ciwanê Kurd ê 16 salî Halîm Dener ku ji şerê li Kurdistanê reviya û xwe li Elmanyayê girt, 29'ê Hezîrana 1994'an li bajarê Hannoverê dema afîş dadilqand ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Endamê yekîneya operasyonên taybet Klaûs T. ji pişt ve gule berdabû Dener û ew kuştibû. Polîsê kujer li dadgehê got, "Bi stres bûm û min zanîbû ku ji ber qedexeya PKK'ê sûc tê kirin." Piştî vê parastinê polîs hate berdan.

Havîna sala 1995'an, ji bo piştgirî ji greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re bê dayin, li gelek welatan grevên birçîbûnê dest pê kirin. Li meydana Kûdamm a Berlînê greva birçîbûnê hebû. Polîsan di roja 8'an de êrîşî çalakiyê kirin û li çalakgeran dan.

Dayika 5 zarokan Gulnaz Bagistanî ya ji bajarê Derkar ê Başûrê Kurdistanê ku di dema çalakiyê de bû hedefa tundiya polîsan, 27'ê Tîrmeha 1995'an jiyaan xwe ji dest dan. 20 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê wê bû.

Di serî de li Wezareta Karên Hundir, li nava Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û polîsan 'maseyên PKK'ê hatin avakirin. Lê belê qedexeya ku dewleta Elman bi hemû organên xwe bi cih anî, nekarî Kurdan ji têkoşînaa zadiyê qut bike.

Ji xwe salek piştî ragihandina qedexeyê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Ren-Westfalya ya Bakur diyar kir ku qedexe "bi kêr nehatiye" û Kurd hîn bêhtir bi hêrs kiriye. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Saksonya Jêrîn jî ragihand ku qedexe di nava Kurdan de 'şaş hatiye fêhmkirin' û hejmara sempatîzanên PKK'ê bi du qatî zêde bûye.

SIBE:

- Têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê bandoreke çawa li siyaseta qedexekirinê ya Elmanyayê kir?
- Hiqûqnasên Elman qedexeyê çawa dinirxînin?
- Welatên din ên rojavayî bi kîjan konseptan nêzî PKK'ê bûn?