Kongreyên NCDK ên li Ewropayê didomin
Li gelek welatên Ewropayê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane pêk anîn.
Li gelek welatên Ewropayê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane pêk anîn.
Li gelek welatên Ewropayê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane pêk anîn.
STUTTGART: NCDK a li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, kongreya xwe 9'emîn li salona Schlossplatz Wurttembergisher Kunsttrereinê pêk anî. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk axivî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî bi rêya telefonê ji beşdarên kongreyê re axivî. Di dawiya kongreyê de meclîsa nû ya ji 41 kesî hate hilbijartin.
MUNCHEN: NCDK a Munchenê jî kongreya xwe ya 5'an a asayî pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedar Mehmet Surmelî axivî û got, "Cihgirtina li meclîsan ku projeyeke Rêbertî ye, wezîfeyeke mezin a welatparêziyê ye." Siyasetmedar Haydar Işik jî diyar kir, dilsoziya bi Ocalan û nirxan re, bi xwedîderketina li meclîsan dibe. Kongre bi hilbijartina meclîsa nû ya NCDK'ê bi dawî bû.
MARIGNANE: Meclîsa li bajarê Marignane yê Fransayê jî kongreya xwe ya 5'emîn pêk anî. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Tûnç, Leyla Guven û 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê hatin daliqandin. Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin û meclîsa nû hate hilbijartin.
MANTES LA JOLIE: NCDK a bajarê Mantes la Jolie yê Fransayê kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Di kongreyê de ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin. Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 47 kesan hate hilbijartin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê NCDK'ê kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Ji Civaka Azad Xalîs Sever di kongreyê de axivî. Berxwedêrên greva birçîbûnê Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû jî tevlî kongreyê bûn û diyar kirin, tecrîdkirina Ocalan bi xurtkirina dengê berxwedêrên greva birçîbûnê dibe. Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 75 kesan hate hilbijartin.