Kongreyên asayî yên NCDK û Meclîsên Jinan

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê duh li gelek bajaran kongreyên xwe yên asayî li dar xistin.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê duh li gelek bajaran kongreyên xwe yên asayî li dar xistin.

ZURÎCH: Kurdistaniyên li herêma Altstetten a Kantona Zurîchê ya Swîsreyê dijîn, kongreya damezrandinê ya Meclîsa Şehîd Avesta Xabûr li dar xistin. Kongre li salona konferansa kesk a  avahiya Zurîch Volkshaûsê pêk hat û pankarta bi nivîsa "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" lê hate daliqandin. Delegeyan bal kişand ser berxwedana serdemê ya li Efrînê û işaret bi girîngiya xwedîderketina li vê berxwedanê kirin. Di kongreyê de li gel 55 endamên komîsyonan, Sevîm Dersim û Ahmet Bîngul ji bo Hevserokatiya Meclîsa Ş. Avesta Xabûr hatin hilbijartin.

FRANKFÛRT: 2. kongreya asayî ya Meclîsa Jinê ya Amara ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ye, bi beşdariya bi dehan jinan pêk hat. Di kongreyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û nûnera YJK-E got, kmîna Kobanê wê Efrîn jî bi ser bikeve. Li dû xwendin û nirxandina rapora li ser karê salekê, 3 berdevk û rêveberiya nû ya ji 22 kesan hatin hilbijartin.

MARÎGNANE: Meclîsa Marîgnane bi beşdariya du sed delegeyan kongreya xwe ya çaremîn pek anî. Beşdaran destnîşan kirin ku ji bo xwedîderketina li Efrînê divê ew her roj li qadan bin. Di dawiya kongreyê de 46 rêveberên meclîsê hatin hilbijartin. medya Danişman û Ercan Ekmekçî jî bûn hevserokê meclîsê.

PARÎS: Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe ya asayî ya 4. li dar xist. 100 delege beşdarî kongreyê bûn û piştî nirxandina rapora kar, rêveberiya nû ya ji 60 kesî hate hilbijartin.

STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 6. pêk anî. Nêzî sed delegeyên kongreyê rapora karê salekê nirxandin û meclîsa nû ya ji 33 kesan hilbijartin. Husniye Akgoz û Meyman Gunerî bûn hevserokê meclîsê.

OFFENBACH: Li bajarê Offenbahc ê Elmanyayê, Meclîsa Gel kongreya xwe ya 5. li dar xist. Kongre bi beşdariya bi dehan kesî li Komeleya Goganê pêk hat. Mehmet Kiliç û Yasemîn Can bûn hevserok.

BÎELEFELD: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bîelefeldê 11. kongreya xwe ya asayî bi beşdariya sed kesî pêk anî. Di kongreyê de işaret bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin û hate gotin, "Ev şer ji bo Kurdan êdî şerê rûmetê ye. Her mirovekî bi rûmet divê cihê xwe di nava vî şerî de bigire." Zeynep Alpboga û Naîf Alkiş ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

DRESDEN: Kongreya 4. a Meclîsa Gel a bajarê Dresdenê bi beşdariya 200 kesî pêk hat. Delegeyan bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiya li Efrînê şermezar kirin. Di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 47 kesan hate hilbijartin û Serpîl Biryar û Alî Ekber Bîlgîlî bûn hevserok. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Efrînê" qediya.

MECKENHEÎM: Li bajarê Meckenheîm ê Elmanyayê, Meclîsa NCDK'ê kongreya xwe ya 4. duh pêk anî. Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û got, "Erdogan siyaseta xwe ya komkujiyê ku li Kobanê dest pê kir, îro li Efrînê didomîne. Di çarçoveya tifaqên qirêj de Birêz Salih Muslim li Çekyayê hate binçavkirin." Kongre piştî hilbijartina komîsyonên ji 31 kesî qediya.

MUNSTER: NCDK a bajarê Munster ê Elmanyayê, bi beşdariya 100 delegeyî kongreya xwe pêk anî û kongre diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê kir. li dû xwendin û nirxandina raporên karê salekê, meclîsa nû ya ji 75 kesan hate hilbijartin. Îzzet Yildirim û Şemza Atalan bûn hevserokên NCDK a Munsterê.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, NCDK kongreya xwe ya asayî ya 8'an pêk anî. Di kongreyê de helwesta dijminane ya dewleta Tirk a li dijî Kudan hate şermezarkirin. Di dawiya kongreyê de Gîrîn Kasirga û Latîf Cebe ji bo hevserokatiya NCDK a Stockholmê hatin hilbijartin.

GOTEBORG: Kongreya NCDK a Goteborgê û Başûrê Swêdê bi beşdariya 210 delegeyan pêk hat û berxwedana Efrînê hate silavkirin. Di encama dengdanê de Apo Konya û Sadiye Rojhilat bûn Hevserokên NCDK a Goteborgê. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, NCDK'ê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Gunay Kokûlû û Sakî Dînar ji bo hevserokatiya meclîsa NCDK a Amsterdamê hatin hilbijartin.