Kongreya Yekîtiya Rojnamevanan veguherî nîqaşên pereyan
Kongreya Yekîtiya Rojnamevanan veguherî nîqaşên pereyan
Kongreya Yekîtiya Rojnamevanan veguherî nîqaşên pereyan
Komek rojnamevanên ku navê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyeyê li xwe dikin, dibin slogana “Ber bi ragihandinek meslekî ya azad” de kongreya xwe lidar xist, lê kongre veguherî nelihevkirina li ser pereyan.
Kongre duh li Salona Meqsef Beledî ya bajarê Dêrikê bi tevlîbûna bidehan endamên yekîtiyê û nûnerên hinek partiyên kurd ên herêmê hat lidarxistin. Di kongreyê de li ser navê komîteya amadekar, Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS), Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Yekîtiya Jinên Kurd, Koalîsyona Avahî axaftin hatin kirin.
Di kongreyê de Serokê Yekîtiyê Rojnamevanên Kurdên Suriyê Lewend Hisên xebatên salekê bi devkî anîn ziman.
Piştî axaftina Hisên endamê yekîtiyê Elî Temer li ser rêbaza kongreyê îtîraz kir û got, “Ev kongre ne kanûnî ye û rewa nîn e. Divê em ji bo birêvebirina kongreyê dîwanekê hilbijêrin.” Li ser vê yekê bêyî ku hilbijartin çêbibe, di nav de 5 kesên ku di nava wan de Elî Temer jî hebû, ji bo dîwanê hatin diyarkirin.
Piştre li ser maliyeya yekîtiyê nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de hate gotin ku 3 hezar dolar gihîştine destê Endamê Komîteya Maliyê ya Yekîtiyê Hîbar Osman ê li Başûrê Kurdistanê rûdine, lê nayê zanîn ku ev pere çi lê hatiye.
Ji bilî nîqaşên li ser maliyeyê, gelek endamên yekîtiyê, li hemberî tuzuka yekîtiyê ya ku hatibû pêşkêşkirin nerazîbûn nîşandan û hate gotin ev tuzuk ji malperên înternetê hatine kopîkirin. Herwiha li ser mijara ku dê kî di rêveberiyê de cîh bigire jî nîqaş hatin meşandin. Ji ber nîqaşan dîwan neçar ma ku navberê bide kongreyê.
Piştî navberê hilbijartin hatin pêkanîn. Di encamê de ji ber ku tu kesekî din nebû Lewend Hisên jinûve wekî serokê yekîtiyê hate hilbijartin. Herwiha 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi axaftina girtinê ya Lewend Hisên bidawî bû, lê gelek nîqaş jî bêencam man.