Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê dê li Silêmaniyê pêk bê
Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê dê li Silêmaniyê pêk bê
Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê dê li Silêmaniyê pêk bê
Sekreterê Odeya Tabiban a Amedê Cengîz Gunay, diyar kir ku pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê pêl bi pêl mezin dibe û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê me daxwazên xwe yên bi navê "Di 14'ê Adarê de 14 daxwazên lezgîn" ji Wezîrê Tenduristiyê yê nû re şandin. Lê ev daxwazên me pêk nehatin. Em dê 5'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê li Silêmaniyê pêk bînin. Kongre dê di navbera 13-16'ê Adarê de li Silêmaniyê pêk bên.
Odeya Tabîban a Amedê bi minasebeta 14'ê Adarê Hefteya Tipê li odeya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay, beriya daxuyaniyê axaftinek kir û diyar kir ku îsal bi pirsgirêkên mezin û bi Wezîrekî nû yê Tenduristiyê 14'ê Adarê Hefteya Tipê pêşwazî dikin.Gunay, anî ziman ku pirsgireka bijîşk û kedkarên tenduristiyê pher ku diçe wekî çiya mezin dibe. Me daxwazên xwe yên bi navê "Di 14'ê Adarê de 14 daxwazên lezgîn" ji Wezîrê Tenduristiyê yê nû re şandin.
Gunay, anî ziman daxwaz û pêşniyarên ku wan pêşkêşî Wezîrê Tenduristiyê kirin daxwazên sivik ku bi hêsanî karîbû bibersivanda û le li gel vê yekê daxwazên wan nehatine bersivandin û wiha got: "Em dê di navbera 13-16'ê Adarê de Li Bajarê Suleymaniye 5'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê pêk bînin. Ji Tirkiyeyê dê nêzî 170 hekîm dê tev li kongreyê bibin. Naveroka kongreyê de komkujiya Helepçe û "Tenduristî û Çekên Kîmyewî" bin.
Di şerê sala 1988'an de dest pê kir û 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Komkujiya Enfalê pêk hat. Çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Ji bo em dîsa balê bikişînin ser komkujiya 16'ê Adarê ya Helepçeyê. Em dê di 16'ê Adarê de li Helepçeyê bin.
Gunay, ani ziman ku Odeya Tabîban xelata Demokrasî Dostaniyê û Aştuyê ku her sal didin, dê îsal bidin Dayikên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 zarokên wan ji aliyê Balafirên Şer ên F-16 ve hatin qetilkirin. Em dê têkoşina xwe ya ji bo paratina keda kedkarên tenduristiyê û rêxistinbûna kedkaran berdewam bikin.
Gunay daxwazên xwe yên ji Wezîrê Tenduristiyê re pêşkêş kirin wina rêz kir:
* Divê bi lezgîn meaşê hekîmên teqewît 2 qat bê zêdetidirb
* Di navşera Hekîman de li şûna piştevaniyê pêşbirga navbera hekîman dest pê kiriye. Ji ber puan û performansa hekîman di navbera hekîman de reqabet pêş dikeve û şewirmendiya navbera hekîman de winda dibe. Divê ev pergal bi dawî bibe. Divê meaşê hekîmên dixebitin li gorî pêdiviyê jiyana mirovahî li gorî pêvajoya pêşketina û bandora xwe li ser teqawîtiyê bike bê sererastkirin.
* Divê hekîm di nava şert û mercê ewle û tenduristî de bixebite û ev yek bê mîsogerkirin. Divê li gorî pêşniyara Yekîtiya Tabîbên Tirk Zagona Ceza ya Tirk guhertin bên kirin.
* Divê dest ji helwesta ku hekîm û personelên tenduristiyê di nava nexweş û cemaweriyê de biçûk dixe berde.
* Divê hemû mafê kedkarên tenduristiyê yên ewlehî, tenduristî, aborî, civakî û sincî bê parastin û bi maqeqanûnê bê mîsogerkirin.