Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû di cıvata giştî ya kongreya xwe de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Rakirina vê tecrîdê wê ji bo gelan hemû bibe çareseriyek mayînde. Mifteya me ya azadiyê li Îmraliyê ye.”

Civata Giştî ya Asayî ya 11’emîn a HDK’ê li Stenbolê berdewam dike. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya axaftina vekirinê axivî û destnîşan kir ku sedemê şeran hemû AKP ye, AKP bûye faşîzm û AKP’ê tevahiya pirsgirêkan kûrtir kiriye û wê rizgarî jî di destê siyaseta xeta sêyemîn de be. 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew kongreya xwe di pêvajoya parvekirina sêyemîn de li dar dixin û ji bo ew van krîzan derbas bikin plansaziyek xurt dîzayn kirine. Ûgûrlû got di serî de gelê kurd û tevahiya gelan li dijî serdestan têkoşîna azadiyê didin. Ûgûrlû anî ziman ku HDK pêşiya wan vedike û rêya sêyemîn a ku jiyana nû wê înşa bike ye û got, “Lê em bi faşîzmek wek AKP-MHP’ê re rûbirû ne. Em bi zîhniyetek ku li dijî Başûrê Kurdistanê şer daye destpêkirin û li dijî gelan şer dike re rûbirû ne.” 
 

Ûgûrlû destnîşan kir ku sazûmankarê fikriyata HDK’ê Abdullah Ocalan niha li Zindana Îmraliyê tê tecrîdkirin û got: “Rakirina vê tecrîdê wê ji bo tevahiya gelan bibe çareseriyek mayînde. Destpêka muzakereya di navbera gelan de were destpêkirin de ye. Mifteya ma ya azadiyê li Îmraliyê ye. Îqtîdar dema dixwaze deriyê Îmraliyê vedike. Piştî nefesê hildide dîsa derî digire. Vî deriyi li ser ekolojiyê, jinan û kedkaran digire. Em berxwedana girtiyên greva birçîbûnê de silav dikin. Faşîzmê li dijî her kesî êrişên giştî daye destpêkirin. Niha jî ev faşîzm dixwaze HDP’ê bigire. Hûn çi bikin jî gelê kurd, ji ya xwe nayê xwarê. Lê em ê destûrê nedin faşîzmê. Em ê jiyana nû ava bikin û bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”