'Kongreya Gelan a Sûriyê' ya li Soçî ji bo Sibatê hat taloqkirin

Li kûlîsên siyasî yên li Moskowayê tê gotin, 'Kongreya Gelan a Sûriyeyê' ku dihate payin 2-4'ê Kanûna 2017'an li bajarê Soçî yê Rûsyayê bê lidarxistin, ji bo Sibata 2018'an hatiye taloqkirin. Li ser sedema taloqkirinê agahî bi dest neket.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji kûlîsên siyasî yên li Moskowayê bi dest xistî, 'Kongreya Gelan a Sûriyeyê' ku dihat payin 2-4'ê Kanûnê li Soçiyê pêk were, ji bo Sibata sala 2018'an hatiye taloqkirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan 22'ê Mijdarê li Soçiyê li hev civiyabûn û li ser detayên kongreyê axivî bûn.

Pûtîn beriya vê civînê bi rêya telefonê danûstandinên dîplomatîk kiribû.

Duh jî rayedarên dewleta Rûsyayê dabûn xuyakirin ku kongre wê heman piştî civîna Cenevreyê bê lidarxistin.