Kongreya Gel a Mezopotamya komkujiya Enqereyê lanet kir

Kongreya Gel a Mezopotamya komkujiya Enqereyê lanet kir û got: “Divê her derê Tirkiyeyê bê hejandin.”

Kongreya Gel a Mezopotamya komkujiya Enqereyê lanet kir û got: “Divê her derê Tirkiyeyê bê hejandin.”

Desteya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamya der barê komkujiya Enqereyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniyê bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku têkçûna 7’ê Hezîranê hezm nekirin û komkujiyên Amed û Pirsûsê jî bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Agahiyên ji KCK’ê dihatin agirbesta yek alî bû, lê alîgirên şer, Gladyoya Qesrê ya li Tirkiyeyê aştiyê naxwaze kete dewrê û li Enqereyê komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê pêk anîn.”

Daxuyanî wiha berdewam dike:

'PÊWÎST E ZÎHNIYETA FAŞÎST DI SINDOQAN DE VEŞÊRIN'

Divê bi ruhê şoreşgerî yê 1970'yan li merasîmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî bê derketin. Pêwîst e her derê Tirkiyeyê bê hejandin. Ji bo em ji sultaya faşîst a Qesrê, dewleta faşîst a AKP’ê rizgar bibin û ji wan re rêya dadgehê vekin, ev firsendek dîrokî ye. Divê sibeha 1’ê Mijdarê her kes biçin ser sindoqan û vê zîhniyeta faşîst di sindoqan de veşêrin.”

Em wek saziyek gelê Asûrî-Suryanî, wek Kongreya Gel a Mezopotamya, kesên ev komkujiya amadekirine û pêk anîne bi tundî şermezar dikin û lanetê li wan dibarînin. Em diyar dikin ku em ê her tim bi gelên Tirkiyeyê re di nav piştevaniya şoreşgerî de bin.”