Kongreya 7’emîn a Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) bi şîara “Li dijî êrîşkariya emperyalîst, nîjatperest û faşîzmê xwedîderketina li sazî û rêxistinêbûnê” li Frankfûrtê civiya.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên şoreşê û şûnde dîwan hate hilbijartin.
Hevseroka AvEG-Kon'ê Şafak Ababaci destpêkê axivî û gelê Efrînê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ber xwe didin silav kir û got: “Li dijî qirkirin û zextan berpirsyariya me ya têkoşînê heye. Ji bo li dijî vê helwesta dewletên Ewropa gav bi şûnde neavêjin, di vê kongreyê de em nîqaş bikin. Divê em li dijî polîtîkaya hikûmeta Elman a di şopên Erdogan de dimeşe berxwedanê xurt bikin. Me çong nedaniye, nadaîn jî.”
‘ŞERVANÊN YPG/YPJ RÛMETA ME NE’
Arabaci bal kişand ser qedexeya dewleta Elman a li ser sembolên YPG/YPJ’ê û gelê Kurd got: “Şervanên YPG/YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin rûmeta me ne. Em ê rûmeta xwe bi parêzin. Divê li diî van êrîşan em xwe bi rêxistin bikin, bi girseyî li dijî derkevin. Divê ev kongre vê vînê raber bike. Pêvajoya li pêşiya me ji derveyî seketinê ti rê din nîne.”
Piştî Arabaci Hevberdevka HDK-Ewropa Asye Guden axivî. Guden anî ziman ku têkoşîna gelê me bûye dengê li Ewropa, divê kedkar û karkerên li vir bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Guden got: “Di wê baweriyê deme ku ev kongre bibe boneya pêşketina têkoşîna yekbûyî.”
Ji Çepên Kesk Mehmet Cnegîz jî anî ziman ku divê li dijî faşîzmê eniya berxwedanê bê avakirin û got: “Divê em hedefeke hevpar bidin nîşandan.”
Di dewama kongreyê de li navê Yoûng Strûggle jî Yagmûr Çal, nûnera SKB’ê Sakîne Demîr, peyamên li ser navê Koordînasyona SYKP Ewropa, Partiya Şoreşger, endama Konseya berê ya AvEG-Kon û wergêr Meşale Tolû hate xwendin.
Kongre bi xwendina rapora xebatên salê û nirxandina wê dom dike.