Kongraya SYKP’ê hate lidarxistin

Hevserokê Giştî Ahmet Kaya yê di kongreya SYKP’ê ya 3’emîn de axivî got: “ Erkê sereke têkbirina faşîzmê ye.” Di kongreyê de bal hate kişandin ku stû li ber AKP’ê nehatiye tewandin, peyamên piştgirî û têkoşînê hatin dayîn.

Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP) 3’yemîn Kongreya xwe ya asayî li Otela Akar Înternatîonal lidar dixe. Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Rizgariya Lubnanê Ahmet Dagher, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Eniya Gel a Tunusê Walid Abbasî, Endamê Navenda Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Abu Alî Hasan, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Partiya Hinçak a Demokrata Sosyal a Ermen Îskandar Keuchkarian, Hevberdevka HDK’ê Gûlîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Kubilay Gunay, wekîlên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Tulay Hatimogûllari, rêveberên ESP, Partiya Kesk a Çep, DÎSK, KESK û gellek kes beşdarî kongreyê bûn.

Li salonê pankarta “Bimre koledarî! Bijî hemwelatiya azad û wekheviya gelan” hat daliqandin û rêzgirtin û sînevîzyon hat pêşandan.

‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HEVPARÎ LAZIM E’

Axaftina vekirinê Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya kir û got ew kongreya xwe di pêvajo û şertên giran ku êrîş zêde dibin de pêk tînin. Kaya bal kişand ser rewşa krîza aborî û da zanîn ku krîza aborî ya dîrokî li ber derî digere û xwest aboriya Tirkiyeyê bê başkirin. Kaya bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û got Tirkiye bi koçberiya penaberan re hevrû maye. Kaya li dijî faşîzmê banga têkoşînê kir û got: “Divê li dijî faşîzmê em têkoşîna hevpar birêve bibin. Peywîra me ya sereke ew e em faşîzmê beralî bikin”

‘DEMOKRASÎ DI BIN PIYAN DE YE’

Parlamentar HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari ya berê Hevseroka SYKP’ê bû jî destnîşan kir ku tevahiya dinyayê di nav krîzek aborî û krîzek civakî ya giran de ye û got: “Li gellek deverên dinyayê demokrasî û mafê mirovan tê binpêkirin.” Hatimogullari jî li dijî operasyonên binçavkirin, girtin û êrîşên faşîst banga hevgirtin û têkoşînê li gelên Tirkiyeyê kir.

‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA KURDAN E’

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Rizgariya Lubnanê Ahmet Dagher jî axivî û got: “Em li cem têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya li dijî vê rejîma sexte cih digirin. Nemaze jî em li cem xwişk û birayên xwe kurd in. Em li vir bang dikin, em têkoşîna gelê kurd a tayînkirina mafên wan û hemû daxwaza mafên wan destek dikin. Em têkoşîna silav û pîroz dikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Her wiha nemaze em li cem têkoşîna HDP’ê cih digirin û em sekna wan silav dikin. Em piştevaniya gelên Bakurê Sûriyeyê jî dikin û têkoşîna wan mafdar e.”

Mêvanîn din jî yên ji derveyî welat û nûnerên partiyên li welêt axaftinên kurt kirin.