Kongra-Gel: Pêwîste tevlîbûna Newroza Amedê bihêz be

Kongra-Gel: Pêwîste tevlîbûna Newroza Amedê bihêz be

Serokatiya Kongra Gel di peyama weşandî de Newroz pîroz kir. Kongra Gel da zanîn ku Newroza sala 2013’an destpêka pêvajoyekî nû ye û got: “Li Amedê ku dê peyama Rêber Apo bê xwendin, pêwîste di Newroz sibe bê kirin de tevlîbûnek pir mezin çêbibe, ev pir girînge. Çavê hemû cîhanê li Newroza sibe ya Amedê ye. Ne tenê gelê Amedê pêwîste li her derê tevlîbûn çêbibe û bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statûya siyasî’ peyama Rêbertiyê were silav kirin.”

Kongra Gel balkişande ser ku, Newroza sala 2013’an heya roja me ya îro Newroza herî bi heybete û wiha berdewam kir, “Cejna Newroza 2013’an di serî de li Rêber APO, hemû rêhevalên me yên li her derê tekoşîna azadiyê didin, hemû gelê me yên li her çar parçeyên Kurdsitanê û dervey welat pîroz be.” Her wiha peyamê wiha berdewam kir:

“Em şehîdên Newrozê ku Newroz gihandina wateya wê ya rast û bi agirê berdane bedena xwe û gelekî Newrozê avakirine bi rêz û minet bibîrtînin, em careke din dubare soz didin ku, heya bîranînên wan pêk bînin em dê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Ev hefteyeke ku gelê me, jinên ku bi cilên renga reng qad tejî kirine û ciwanên li rexmî hewaya ser, barîna berfê û baranê bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin ji dil û can silav dikîn, em coş û keyfxweşiya wan bi keyfxweşiyek mezin parve dikîn.

Newroza sala 2013’an destpêka pêvajoyekî dîrokî yê nû ye. Bi xwendina peyama Rêberê  APO ya li Amedê dê starta pêvajoya çareseriya demokratîk were dayîn. Gelê me di vê Newroza îsal de bi coş û heyecanekî mezin girêdana xwe ya bi Rêbertiyê û li ser vî bingehî biryarbûn û girêdana bi pêvajoya nû ve bi awayek pir bi hêz daye nîşandan.”

Hate diyarkirin ku, pêwîste îradeya di gelê Kurd ya di pîrozbahiya Newrozê de daniye holê baş were xwendin û got: “ Ger ku hikumeta AKP’ê vê rastiyê rast bixwîne û di rasteka projeya çareseriyê ya Rêber APO pêngavên pêwîst bi avêje, dibe ku Newroza 2013’an bibe mîlada çareseriyek demokratîk û aştiyekî rast.

Hemû hêz û derdorên alîgirên demokrasî û aşitiyê pir girînge ku pêvajoya bi Newrozê destpê kirî, bi awayek lez û bandor xwe bigehînin hemû kesîman û rêxistinên gel çêbikin. Pêwîste hemû rêxistinên demokratîk yên muxalifên sîstemê rayagiştiyek bihêz ava bikin, pêvajoya çareseriya demokratîk rast pêşve bibin û dê li hember daxwazên demokratîk yên civaka Tirkiyeyê bibin bersiv.”

 Kongra Gel bibîrxist ku, li Rojava îsal Newroz bi awayek azad tê pêşwazî kirin û wiha berdewam kir: “ Raste bedelên mezin hatin dayîn heta gihan vê astê. Em heyecan û coşa ku ew jiyan dikin ji dil û can parve dikîn. Li ser bingehê yekitiya netewî pêwîste li derdora ‘Desteya Bilind ya Kurd’ bibin yek û nirxên xwe hînbêhtir xurt bikin.

Newroza Amedê ku dê sibe pêk bê û peyama Rêber APO bê xwendin, tevlîbûna gel pir girînge. Sibe çavê hemû cîhanê li Amedê ye. Ne tenê gelê Amedê pêwîste li her derê tevlîbûn çêbibe û bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statûya siyasî’ peyama Rêbertiyê were silavkirin.”