KONGRA-GEL: Jin, wê di 16’ê Nîsanê de hesab bipirsin
Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KONGRA-GEL 8’ê Adarê pîroz kir û got, ‘’Jin bi giyanê 8’ê Adarê wê di referandûma 16’ê Nîsanê de hesab bipirsin. Ji ber ku, ji bo ku serweriya faşîst a bi hevalbendiya Erdogan-Bahçelî ku dijminên jinan in têk biçe ev referandûm fersendeke mezin e.’’
Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
‘’Li dijî zilm, mêtingerî û zextên ku sîstema zilam-serweriyê pêk aniye, 8’ê Adarê em li wan jinan pîroz dikin ku ji bo jiyeneke wekhev û azad serî rakirine’’ û bi berdewamî hate gotin, ‘’Bi vê wesîleyê em şehîdên jin ên ku li nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û di geşedana hişmendiya azadiya jinê û îdeolojiya rizgariya jinê de bûne xwedî rola pêşeng û hemû jinên şoreşger ên dinyayê ku di geşedana têkoşîna jinê ya dinyayê de bûne xwedî rol, em careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Em 8’ê Adarê li hemû hevreyên xwe yên jin ên ku di nav PAJK û KJK’ê de û di nav YJA-STAR, YPJ, YJŞ’ê de ji bo rizgariya hemû mirovahiyê xwe kirine mertal pîroz dikin, em têkoşîna wan ji dil slav dikin.
Jinên Kurd bi ked, hişmendî û hêza xwe ya rêxistinî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinê re dikin. Yê kir ku jina Kurd bi vê astê bi pêş bikeve û roleke stratejîk lîst, kir ku jin bi hişmendiya gewherî û nasnameya xwe ji nû ve veje Rêber Apo ye. Ji bo vê jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di heman demê de Têkoşîna Azadiya Jinê ye.
Di pêvajoya şoreşê de ku bi Şoreşa Roajva dest pê kir, bi çareseriya Federasyona Bakurê Sûriyê meztir bû û li avakirina Sûriyeya Demokratîk asê bû, giyanê hevgirtina enternasyonal ku bi jinên ji gel û baweriyên cuda hatiye afirandin, rêya rizgariyê nîşanî hemû jinên dinyayê û hemû mirovahiyê dide. Têkoşîna jiyana rêxistinbûyî ya ku gerîlayên jin bi giyanê azadiyê û bi hişmendiya xwe ava kiriye, jiyana demokratîk, wekhev û azad e ku bi berdêlên pir mezin hatiye avakirin.’’
‘’DESTHILATDARIYA ERDOGAN-BAHÇELÎ WÊ BIRÛXE’
Di berdewamiya daxuyaniyê de peyama ‘NA’yê hate dayin û hate gotin:
‘’Jinên ku bi hişmendiya azadiyê dimeşin, bi pîrozbahiyên xwe yên 8’ê Adarê yên rengîn ku li her deverê dikin, di heman demê de starta referandûma 16’ê Nîsanê jî dan. Jin bi giyanê 8’ê Adarê wê di referandûma 16’ê Nîsanê de hesab bipirsin. Ji ber ku, ji bo ku hevalbendiya faşîst a Erdogan-Bahçelî ku dijminê jinan in, were rûxandin ev referandûm fersendeke mezin e.
Nasname û baweriya wan çi dibe bila bibe divê hemû jin kampanyaya ‘NA’ bi awayekî xurt birêxistin bikin, bi rengê ku dijminê jinan Erdogan li bin guhê erdê bixin, divê destûrê nedin faşîzmê. Jin divê referandûmê bikin derfeta hesabpirsînê.
KONGRA-GEL herî dawî got: ‘’Em pê bawer in ku jiyana azad û bi rûmet di destê jinan de ye û bi teqezî wê bi ser bikeve, em bawer dikin ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Jinê re her roja salê ji bo jinan wê weke 8’ê Adarê bi coş û xweş be.’’