Kongra-Gel: Hevdîtinên li Îmraliyê nîşaneya îflasa polîtîkayên AKP’ê ne
Kongra-Gel: Hevdîtinên li Îmraliyê nîşaneya îflasa polîtîkayên AKP’ê ne
Kongra-Gel: Hevdîtinên li Îmraliyê nîşaneya îflasa polîtîkayên AKP’ê ne
Serokatiya Kongra Gel bi wesîleya 14’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û got: “di protestoyên komploya 15’ê sibatê de em bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji gelê kurd re statuya siyasî’ li dora serokatiya xwe bibin xelek. Em di esasa bîranîna hevalên xwe yên Sara, Rojbîn û Ronahî de dê çalakiyên xwe bilindtir bikin û em 15’emîn sala komployê bikin sala azadiya gelê xwe û rêbertiya xwe.”
Kongra Gel di daxuyaniya xwe de careke din hêzên komploger yên ku hedef dikin têkoşîna azadiyê tasfiye bikin şermezar kir û wiha got: “Hêzên komploger yên ku bi her awayî li hemberî têkoşîna rewa ya gelê kurd her hovitiyê rewa dibînin dê di rupelên bi lanet yên dîrokê de bi cih bigirin.
Em şehîdên xwe yên leheng yên ku ji roja destpêkê ve bi şîara ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’ bûn xelek, bi vê wesîleyê careke di bibîr tînin û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Rêber Apo ligel şert û mercên giran yên tecrîdê ev 14 sale têkoşiyaye û hemû plan û komploya hêzên navnetewî vala derxistiye.
Têkoşîna Azadiyê ku sala 2012’an de li qadên gerîla bi opersyonên şoreşger, berxwedanên zindanan û serhildanên gel bi berxwedaneke mezin berdewam kir. Hemû hêviyên hikûmeta AKP’ê têk birin. Ji ber polîtîkayên dij-PKK û dij-kurd, AKP li Suriyeyê jî ketiye tengasiyê.
Encama van hemû geşedane ye ku AKP ji polîtîkayên xwe yên herêmê paşve gav avêt û ji bo pêşiya pêvajoya hatiye girtin vebibe, dest bi diyaloga bi Rêber Apo re kiriye. Vê rewşê careke din rola Rêber Apo ya stratejîk derxistiye holê.
‘PÊVAJOYA DIN BI NAVENDA RÊBER APO DE GIRÎNGE ’
Kongra gel diyar ki rku ev pêvajoya di bin navenda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelek bi wate û girîng e û got: “Em li pişt rêbertiya xwe ne. Me diyar kiribû ku feraseta li gorî cîdiyeta wî be divê ji aliyê AKP’ê ve bê nîşandan û di vê esasê de divê ji pêvajoya Oslo ya demên borî dest bê derxistin.
Lê li aliyekê bi Rêber Apo re hevdîtinan dikin û li aliyê din di operasyonan de israr dikin, li Parîsê 3 siyasetmedarên kurd qetilkkirin. Ligel ku ev guman hemû Tirkiyeyê nîşan dide jî tu hewl dan tune û nîşan dide ku AKP’ê ji cidiyeta pirsgirêka kurd dure. Xuyaye ku bi niyeteke baş nêz nabin.
Ev helwesta AKP’ê ji bo pêşeroja gelê tirk xeteriyeke mezin e. Divê AKP vê şêwaza xwe ya yekane li aliyekê bihilê û ji bo aştiyê bikeve nava hewldanê.
Di 14’emîn salvegera kompoloya navnetweî ya 15’ê Sibatê de divê em bi şîrara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji gelê kurd re statuya siyasî’ li dora rêbertiya xwe bibin xelek. Em di esasa bîranîna hevalên xwe yên Sara, Rojbîn û Ronahî de dê çalakiyên xwe bilindtir bikin û em 15’emîn sala komployê bikin sala azadiya gelê xwe û rêbertiya xwe.
Ji bo vê hemû şert û merc hene. Êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku PKK aktorê herî mezin yê Rojhilata Navîne û li her parçeyê Kurdistanê dema azadiyê hatiye. Roj roja pêkanîna vê ye.”