KONGRA GEL banga berxwedanê kir
Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA GEL diyar kir daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû Kurdan e û banga berxwedanê kir.
Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA GEL diyar kir daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû Kurdan e û banga berxwedanê kir.
Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyeke nivîskî berwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, dayî destpêkirin slav kir û got, ''Leyla Guven û hemû hevrêyên me yên berxwedêr, me vedixwînin berxwedanê''.
KONGRA GEL bang kir ku li hemû qadên jiyanê berxwedana were geşkirin û got, ''Leyla Guven bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji bo tecrîda teqez a li ser Rêber Apo ya li Imraliyê rabe pêşengî ji têkoşîna berxwedanê ya gelê me re kiriye.
Di şexsê Leya Guven de careke dî dupat bû ku di mijara xwedîderketin û parastina Rêber Apo de û bidestxistina jiyana azad de jina Kurd hêzê pêşeng a şoreşê ye.
Çawa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina barbariya DAÎŞ'ê û avakirina şoreşa konfederalîzma demokratîk pêşengî kiribe, li Tirkiyê jî ji bo têkbirina faşîzmê û avakirina demokrasiyê, ji bo şikandina tecrîda li Imraliyê Leyla Gueven pêşengî kiriye.''
Çawa ku 'yên ku ew qasî ji jiyanê hez dikirin ku di ber de mirin' 1982'an li zindana Amedê pêşengî kiribin û Leyla Guven gotî ew hevrêya wan e, di vê pêvajoyê de jî bi heman misyona pêşengiyê rabûye.
Leyla Guven, ku Hevseroka KCD'ê ye û ji hêla gelê Colemêrgê ve ji bo wekîltiyê hatiye hilbijartin, li dijî tecrîda li Imraliyê temsîla vîna gelê Kurdistanê dike. Berxwedana ku Leyla Guven li dijî tecrîdê dayî destpêkirin bi grevên birçîbûnê yên girtiyên azadiyê yên PKK'ê û PAJK'ê yên li zindanan, bi grevên birçîbûnê yên gelê me yên li Bakur-Başûr û Rojava û derveyî welêt û bi çalakiyên cuda li gelek qadan berblav bû.
Di serî de Leyla Guven em hemû gelê xwe û hevrêyên xwe ku i dijî tecrîda li Imraiyê li ber xwe didin slav dikin.''
BERIYA KU TALOKE LI SER JIYANA GUVEN ÇÊBIBE
Ji bo gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt peywira me ya sereke ew e, ji bo ku grevên birçîbûnê bi ser bikevin û tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin bi giyanê seferberiyê li hemû qadên jiyanê berxwedana were geşkirin û li ser hikûmeta Erdogan zextkeke xurt a raya giştî were çêkirin.
Tenduristî û jiyana Leyla Guven ku ev 31 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye di rîskê de ye. Ji bo ku rîska jiyanî çênebe û encam jê were standin, bi giyanê seferberiyê divê gelê me têkoşînê geş bike.
DEM DEMA BERXWEDANÊ YE
Rêber Apo hemû jiyana xwe da azadiya gelê me, da azadiya jinan, da ji bo avabûna jiyaneke azad û wekhev a ji bo hemû mirovahiyê. Em bi hemû tiştên xwe deyndarî Rêber Apo ne û dema wê ye ku ji bo azadiya Wî em her tiştî bikin. Leyla Guven û hemû herêyên me yên ku li ber xwe didin me vedixwînin berxwedanê.
Banga me jî ya li gelê me ew e ku bi dirûşma ''Em tecrîda Imraliyê bişkînin, li Tirkiyê faşîzmê hilweşînin û li Kurdsitanê demokrasiyê bi ser bixin'' li hemû qadên jiyanê berxwedanê geş bikin. Dem dema berxwedanê ye.