Konferansa Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê pêk tê
Konferansa Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê pêk tê
Konferansa Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê pêk tê
Rojnamevanên Kurd li bajarê Almanya Kolnê li hev kom bûn û rol û girîngiya neteweyî ya çapemeniya Kurd nirxandin û biryar dan ku Konferansa Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê li dar bixin. Konferans dê 18’ê gulanê li Brukselê bê lidarxistin.
Înîsiyatîfa konferansa bi armacan komkirina rojnamevanên Kurd ên ku di sazî û çapemeniya Kurd û biyanî yên Ewropayê de dixebitin, tê lidarxistin, civîna xwe ya berfirehkirî roja 30’ê adarê li bajarê Almanya Kolnê li dar xist.
Di civînê de gelek rojnamevanên di televzyon, radyo, radyo û rojnameyan de dixebitin beşdar bûn. Di civînê de bal kişandin ser rol, mîsyon û girîniya çapemeniya Kurd û berpirsyartiyên wê yên neteweyî.
Piştî gotûbêjan biryar hate dayin ku konferanseke ji bo rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê dijîn bê lidarxistin û her wiha biryara avakirina Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê hate dayin.
Di civînê de biryar hate dayin ku konferans 18’ê gulanê li paytexta Belçîka Brûkselê bê lidarxistin. Her wiha ji bo rêxistina konferansê û pêkanîna yekitiyê komîteyeke pêş kesî hate avakirin.