Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû

Konferansa Partiya Çepên Kesk ku du rojan dewam kir, bi girtina biryaran bi dawî bû. Bênavber têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e.

Konferansa Partiyiya Çepên Kesk a li Navenda Kongreyê ya Nazim Hîkmetê ku du rojan dewam kir, bi dawî bû. Partiyê piştî hilbijartinan pêvajoya jinûvesazkirinê dabû destpêkirin, civînên gel çêkiribûn, komxebat û atolye li dar xistibûn û rexne û pêşniyazên gel girtibûn. Di vê konferansê de jî hemû rexne û pêşniyaz hatin bilêvkirin. 

Di encama konferansê de 24 biryar hatin girtin. Bênavber têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e. 

Biryarên hatin girtin dê di meha Cotmehê de di kongreyê de bên berpêşkirin. Sernavên biryarên hatin girtin wiha ne: 

1- Di meseleya Kurd de çareseriya demokratîk û aştiyane

2- Siyaseta demokratîk, Rêya Sêyem û tifaq

3- Li dijî rejîma qeyûma em 'di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de' israrker in

4- Azadî û wekhevî ji baweriyan re

5- Peywireke bivênevê: Rêxistinkirina kedê

6- Aboriya demokratîk û gelparêz

7- Piştevaniya li dijî erdhej û karesatan jiyan e

8- Li dijî tiryakê têkoşîneke topyekûn

9- Çapemeniya azad nayê bêdengkirin

10- Lîsteya Meclisa PArtiyê, hevserok û lijneyên din

11- Wê di hilbijartinên giştî û herêmî de gel namzetên me diyar bike

12- Gavên rêxistinî yên ji bo jinûvesazkirinê

13- Em ê komara demokratîk ava bikin

14- Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê aştî û çareserî

15- Girtîhgeh, binpêkirinên mafan û girtiyên nexweş

16- Têkoşîna li hemberî sûcên li dijî xwezayê

17- Tov zîl didin

18- Polîtîkayeke astengdraiyê ya adil û xweser

19- Li cîhaneke bêsînor biratiya gelan

20- Bi zarokan re ber bi siberojeke azad

21- Bilindkirina têkoşîna ji bo mafê zikmakî, piştgiriya ji bo jiyaneke pirzimanî

22- Çand û huner

23- Pêkanîna bernameya dibistana partiyê

24- Meclisa Ciwanan