Konferansa Otonomiya Yerşovê hate lidarxistin

Otonomiya Neteweyî û Çanda Kurd a Yerşovê konferansa xwe ya 2’emîn a asayî li dar xist. Konferans diyarî Endamê Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hate kirin ê ku di 5’ê Tîrmehê de li Qendîlê di êrîşekê de şehîd bûbû.

Otonomiya Neteweyî û Çanda Kurd a Yerşovê ya li bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê, bi tevlêbûna 50 delegeyan konferansa xwe ya 2’emîn a asayî li dar xist. Endamê Komîteya Têkiliyên bi Gel re yê Hikumeta Saratovê Îvan Doroşîn, Alîkarê Şaredarê Yerşovê Svetlana Malînovskaya, Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Yerşovê Fehat Patîyev û gelek rêveberên din ên otonomiyê tevlî konferansê bûn.

Konferans diyarî Endamê Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hate kirin ê ku di 5’ê Tîrmehê de li Qendîlê di êrîşekê de şehîd bûbû.

Di axaftina destpêkê ya konferansê de siyasetmedarê Kurd Ferman Garzan Kurdistan tê de rewşa siyasî ya herêmê nirxand û diyar kir ku hêzên navneteweyî ji ser Sûriyeyê hewl didin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Garzan diyar kir ku divê Rûsya li Sûriyeyê diyalogê bi Kurdan re deyne.

Piştî axaftinan rapora çalakiyên du salan hate xwendin û derbarê kêşeyên Kurdan ên li herêmê nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de bêtir rewşa asîmîlasyonê hate nirxandin û hate diyarkirin ku divê xebatên rêxistinkirinê xurttir were kirin.

Di konferansê de Mîrze Elî Adil û Gulîzera Sûltan ji bo hevserokatiyê û 9 kes jî ji bo meclîsê hatin hilbijartin.