Partiya Çepên Kesk di çarçoveya karê jinûve avakirinê de 'Konferansa Mezin' kom kir.
Konferans li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi dirûşma "Rêxistin azadî ye" destpê kir.
Ji Kurdistan û Tirkiyeyê 800 delege beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwdana Kobanê" hatin qîrîn.
Konferans wê du rojan dewam bike. Di konferansê de wê pêşniyarên di civînên gel de piştî hilbijartinê hatin kirin bêne nirxandin û biryar li ser bê dayin.
Konferansê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê destpê kir. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar di destpêka konferansê de axivîn.
Îbrahîm Akin bi silavkirina siyasetmedarên dîlgirtî dest bi axaftina xwe kir û got, "Di şexsê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de hemû hevrêyên me yên li girtîgehan dîlgirtî ne, bi hezkirin silav dikin. Ez di wê baweriyê de me ku bi tevkariya wan em ê nexşeyeke hîn xurt a rê diyar bikin."
Akin bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku mijara tecrîdê divê weke polîtîkayeke li dijî şexsekî bi tenê neyê fêhmkirin.
Akin got, "Mesele bi polîtîkayeke tecrîdê destpê kiriye, lê belê veguheriye polîtîkayeke li dijî mafên mirovan, bêhiqûqî, antî demokratîk ku li tevahiya welêt serwer bûye. Lewma eger em dixwazin ji vê desthilatdariyê rizgar bibin, divê yên ku muxalefetê dikin haya xwe ji vê yekê hebe û bi vî rengî siyasetê bikin. Naxwe bi helwesta jinedîtî hatinê hûn nikarin li vî welatî siyasetê bikin."
LI HEMBERÎ SIYASETA DU ALÎ, RÊYA SÊYEMÎN
Akin got, "Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên pêvajoya bê, mijara bloka me ya li dijî vê desthilatdariyê ye û wiha dewam kir, "Li vî welatî hewl didin ku em di nava siyaseta du aliyan de asê bikin. Em jî dibêjin ku desthilatdariya li dora rejîma qesrê ya faşîzan a otorîter, yanî rejîma olperest, neteweperest, otorîter ne tenê rejîm e, di heman demê de veguheriye dewletê. Eger hûn ê li hemberî dewletê muxalefetê bikin, divê hûn hêviyê bidin vê civakê, rêya vê hêviyê jî afirandina alternatîfeke cuda ye. Alternatîfa me jî rêya sêyemîn e. Alternatîfa avakirina paşeroja hevpar a bindestan hemûyan e. Meseleya erdhejê bi rengekî metirsîdar hate bikaranîn. Erdhejê xisareke mezin afirand. Erdhej felaketeke xwezayî ye lê di heman demê de di şexsê AKP û MHP'ê de felaketeke duyemîn rû da. Em ji vê derê bang dikin; li dijî vê siyaseta derewîn û talanker êdî bêdeng nemînin. Divê her kes mafê xwe yê demomkratîk bi kar bîne, îtiraz bike. Bang li muxalefetê dikim; li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."
AQLÊ DEWLETÊ YÊ KU PIRSGIRÊKA KURD NABÎNE
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî diyar kir ku ew li cewhera paradîgma, destketî û danheviyên HDP'ê li hev kom bûne û got, "AKP'ê nekariye paradîgmaya HDP'ê têk bibe. Pûsûlaya têkoşînê ya Partiya Çepên Kesk paradîgmaya HDP'ê ye ku me ji bo wê ked dane."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ragihand ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn pirsgirêka Kurd e, lê belê aqlê dewletê vê pirsgirêkê ji nedîtî ve tê û got, "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka înkar û îmhayê ye. Eger mirov bixwaze asta heyî ya pirsgirêka Kurd fêhm bike, tenê bala xwe bidin bûyerên di hefteyek, 10 rojên dawî de qewimî ne. Cenazeyên zarokên gelê me di hundirê qutiyan de radestî malbatên wan têne kirin. AKP û MHP ku serkêşiyê ji dewletê re dike, polîtîkayeke şerê qirkirinê ya bê exlaq dimeşîne. Kincên şewitî yên Heznî Înan ku keça Dayika Taybet bû ku cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hate hiştin, çend roj berê di hundirê kîsekî de radestî malbata wê hate kirin. Divê mirov vê yekê bibêje; rojeva me ya esasî û rasteqîn divê ev be. Heta ku ev neyê şikandin ne gelê Kurd dikare ber bi armanca xwe ve biçe, ne jî gelên Tirkiyeyê dikare ber bi armanca xwe ve biçe."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Em ji vê derê bang li berpirsyaran û desthilatdaran dikin; ew gor dîroka gelê Kurd e, ew gor dîroka me ye" û bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Di sala 2022'an de li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dan, 561 girtiyên nexweşên giran hene. Zêdeyî hezar û 500 girtî nexweş in."
TECRÎD YEK JI ROJEVÊN SEREKE YE
Çîgdem Kiliçgun Ûçar her wiha got, "Dema ku mirov qala pirsgirêka Kurd dikin, bêguman yek ji sernavên sereke û girîng tecrîd e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka 'ewlekariyê' nîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke demokrasiyê, azadî û statu ye."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku zext û zordarî çiqasî giran jî be ew ê têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê dewam bikin.
Konferans bi nîqaşên delegeyan ên li ser dema nû dewam dike.