Konferansa Mamosteyên Kurdî Li Swêdê

Konferansa Mamosteyên Kurdî Li Swêdê

8. konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê ku ji hêla Daîreya Giştî ya Perwerdeyê ya Swêdê (Skolverket) û Şaredariya Västeråsê ve hat organîzekirin di 30-31 ê Gulanê de li bajarê Västerås li hotêla Ta İne  pêk hat. Konferansa ku 53 mamosteyên kurd yên ji hemî bajarên Swêdê û zaravayên kurdî beşdar bûbûn bi guftugo û semînerên tije û balkêş domiya.

Beşdervanên konferansê ku ji 24 jin û 29 mêr mamosteyên kurd ku ji 18 şaredariyan hatibûn û bi taybetî dersên kurdî yên zaravayên kurmancî û soranî didin beşdar bûn. Du nunerên Daîreya Giştî ya Karû barên Xwendegehan, lîngîvîstek û du şefên perwerdeya pirzimanî jî tevî konferansê bûn. 

Konferansê bi axaftina Vasiliki Tsouplaki (seroka Encûmena Zarok û Ciwanan) û Mia Lindh (şefa Navenda Perwerdeya Duzimanî ya Şaredariya Västerås ) dest bi xebeta xwe kir. Mats Wennerholm, ji Skolverketê li ser plan û xebatên dewleta Swêdê yên ji bo perwerdeya pirzimanî gotarek pêşkêş kir. 

Mats Wennerholm, mişawîr, ji Skolverketê li ser plan û xebatên dewleta Swêdê yên ji bo perwerdeya pirzimanî gotarek pêşkêş kir. Wî got, li gor îstatîstîkên Dayreya Îstatîstîkan ya Dewletê (SCB) yên sala perwerdeyê ya 2011-2012, li Swêdê di asta dibistanê de, ango ji pola 1ê heta 9ê, mafê 184.220 şagirdan heye ku beşdarê zimanê zikmakî bibin. Ev ji %20,5ê hemû şagirdên li dibistanê ye. Ji van 98 911 beşdarê perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Ev jî rêjeyeke ji %53,7 e.

Birêz Mats Wennerholm di derbarên istatîkên xwendekarên kurd de jî agahî dan û got:  Li gor îstatîstîkên heman salê 3273 şagirdên kurmancî, ji %55,5 û 4227 şagirdên soranî, ji %73,5, beşdarê perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Gelo çima rêjeya şagirdên soranî ji yên kurmancî bilindtir e? Li ser vê mijarê hin gûftugo hatin kirin û mamosteyên kurdî careke din li ser bingeha vê pirsgirêkê rawestiyan.

Profesor Jaffer Sheyholislamî ku ji zanîngeha Soran ya başurê Kurdistanê beşdarî konferansê bûbû li ser mijara” Qanun û planên pêwist “ semînêrek zanistî pêşkêş kir. Semînêra Sheyholislamî  çavdêriyên xwe yên li Başurê Kurdistanê yên li ser mijara ziman vegotin û mînakên balkêş dan.  Profesor Sheyholislamî rexne li nivîskar, rojnameger, siyasetmedaran û polîtîkaya di derbarê zimanê kurdî û nêzîkbûna li zaravayan jî anî û got: Li Başûr ji 100 î pirtir ferheng hene, lê meriv ji yekê jî piştrast nine. Lewra kes karê xwe ciddî nagire. Wî ji bo rojnamegeran jî wiha diyar kir: Mixabin, sernûserên hin kovar û rojnameyan cawazîya di navbera pragraf û hevokê de nizanin. Li gor merivên wisa, meriv piştî ku xalek danî, divê meriv dest bi paragrafek nû bike! Birêz Sheyholislamî li ser nêzîkbûna zaravayên kurdî jî rawestiya, mînak ji welat, xelk û azmûnên cuda dan û got: Ku meriv li Başûr bes lehçeyekê bike zimanê fermî, ev yek dikare kurdan parçe bike .Ji ber helwesta hin kesên soranîaxêf û nameya wan, Dihokî naxwazin soranî hîn bibin. Ew di hemû astên perwerdeyê de behdînî (kurmancî) bi kar tînin û ev mafê wan e, lê ew jî dikevin nav reaksiyoneke şaş ku soranî biyan bibînin û qet fêr nebin. Ya rast ew e ku hemî zarava li kurdistanê werin hîn bûn û rêz li hemiyan were girtin. Di dinyayê de ewqas nimûneyên pirzimanî û pirçandî hene û welatek jî ji ber hindê parçe nebûye, çima kurd dê parçe bin?

Her du rojên konferansa mamosteyan bi semîner û agahdiyarên li ser perwerdeyê dewmend bû. Birêz Salah Rahîmî ku sosyonom û psîkoterapîst e, semînêrek bi navê “ Pêşxistina nasname û zimanê zarokan” pêşkêşî guhdarvanên konferansê kir û diyar kir ku: Ji bo ku zarok bikaribe di her warî de pêş bikeve, divê jê re bênderek aram hebe. Ew bender jî malbat e, zarokên ku xwediyên malbatên wiha ne di xwendia xwe de jî serkeftî ne. Birêz Celal Sonmez yê mamoste jî di derbarê rêbaza perwerdeya grûbên heterojen de gotarek pêşkêş kir û mînak ji azmûna xwe ya perwerdeyê dan. Şefa perwerdeya duzimanî Maria Ruth û mamoste Haydar Diljen yê ku di heman demê de, kordînatorê konferansa mamosteyên kurdî bû semînerek li ser mijara: “ Li Västeråsê di navbera mamosteyên zimanê zikmakî û mamosteyên polan de modeleke hevkariyê “ rawestiyan, proje û azmûna xwe bi mamosteyan re parve kirin. 

Di beşek ji yê konferansê de, mamoste Fahmî Kakaee, Golneshan Amedî, Shaokat Amedî, Mehmet Balta, Nyan Baban û Haydar Diljen pirtûkên ku bixwe nivîsîbûn û materyalên perwerdeyê ku bi kurmancî-soranî hatibûn amade kirin bi mamosteyan dane nasîn. 

Di dawiya konferansê de li ser biryara rêvebirên malpera soranî ya “Tema Mordersmål” (mijara zimanê dayikê) biryar girtine ku ji bo mamosteyên soranî konferanseke cihê amade bikin hat rawestandin. Hemî mamosteyên soran û kurmancan diyar kirin ku ev biryareke şaş e û nabe ku konferans ji bo yek zaravayî were kirin û mamosteyên kurdî bi awayekî belavbûyî tevbigerin. Wan biryar girt ku li hember cudaxwaziya zaravayan derên û her salê konferansa mamosteyên kurdî ya hemî zaravayan bi hev re saz bikin. 

Di dawiya konferansê de peyama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya kurdên Rojava hat xwendin. SZK di rapora xwe de agahî li ser rewşa perwerde, zarok û mamosteyên kurdî yên li Rojava dan û  daxwaza  alîkarî, danûstendin û parvekirina azmûnên xwe ji mamosteyan kir. Konferans bi awayekî serkeftî û bi coş bi dawî bû.