Konferansa Kurd a li Rûsyayê dewam dike

Hevseroka PYD'ê Ebdullah li konferansê axivî û li ser krîza li Sûriyeyê got, "Civîna bêyî Kurdan, destûreke bingehîn a bêyî Kurdan bê amadekirin, wê Kurdan eleqedar neke." Ebdullah her wiha bal kişand ser gefên dewleta Tirk.

Konferansa Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê, ku ji aliyê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Rûsyayê û Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdan li Rûsyayê tê lidarxistin, bi sernavê "Li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê yê sêyemîn" dewam dike.

Konferans, bi axaftina Nûnerê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurdan li Rûsyayê Araf Azamanî dest pê kir.

Azamanî li ser navê konferansê, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bi zimanekî tund şermezar kir.

SORO: KRÎZ BI PROJEYA KURDAN DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro piştre axivî û diyar kir, ku cîhan di nava krîzeke mezin de ye. Soro got, "Navenda vê krîzê Rojhilata Navîn e. Yek ji sedemên bingehîn ên vê krîzê jî netewe dewlet e. Vê krîzê rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ'ê kiriye belayê serê civakê."

Soro da xuyakirin, ku li Rojhilata Navîn pêwîstî bi nûbûnekê heye û destnîşan kir, ku Rojhilata Navîn êdî nabe bi netewe dewletan bê birêvbirin.

Soro anî ziman, sîstemên netewe dewlet, krîzan girantir dikin û got, "Ji bo Rojhilata navîn konfederalîzma demokratîkd ivê. Modeleke bi vî rengî wê hê çêtir li Rojhilata Navîn were. Netewe dewletan hemû hindikahiyên li herêmê tine kir."

Soro destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina vê krîzê, projeya herî girîng ji aliyê Kurdan ve hatiye pêşkêşkirin û diyar kir, Kurd tevî hemû gelên li herêmê dixwazin bi hev re, bi nasnameya xwe bi rengekî azad bijîn.

Soro da xuyakirin, ku Rûsya êdî li herêmê bi mîsyonên gelekî girîng û xurt radibe û ew hewldanên Rûsyayê yên ji bo çareseriyê erênî dibînin. Soro got, "Bêguman Rûsya hêzeke girîng e û divê vê hêza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi kar bîne.

BAGDASAROV: DIVÊ RÛSYA DESTEKÊ BIDE ROJAVA

Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn û Asya Navîn Sîmyon Bagdasarov jî di axaftina xwe de ragihand, ku partiyên Kurd cara yekê ye di vê astê de li hev dicivin û destnîşan kir, ku ev yek li hemberî kesên ku dibêjin 'Kurd nikarin bibin yek' bersiva herî bedew e.

Bagdasarov da zanîn, ji dema rûdana bûyerên li Sûriyeyê û vir ve Rûsya têkiliya xwe ya bi Kurdan re di asta herî bilind de pêk tîne û anî ziman, bi PYD û YPG'ê re di asteke girîng de têklilî heye.

Bagdasarov diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê, projeya ji aliyê Kurdan ve hatiye pêşkêşkirin gelkî girîng e û pêwîste di çarçoveya vê projeyê de lihevkirinek bê kirin.

Bagdasarov ragihand, Tirkiyeyê bi destwerdana li herêmê re dixwaze pêşî li statuya Kurdan bigire got, "Piştî Cerablûsê berê xwe da Babê. Lê bi dîtina min, ev hewldanên Tirkiyeyê pûç in."

Bagdasarov bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike û got, "Ezne bawer im ku Rûsya li pêşberî bûyerên bi vî rengî bêdeng bimîne."

Di dewama axaftina xwe de Bagdasarov anî ziman, Rûsya dikare hîn bêhtir alîkariyê bide Kurdan û wiha dewam kir: "Çawa ku Ewropa çekan ji pêşmergeyan re dişînin, divê em jî çekan ji YPG'ê re bişînin. Ji bo ev yek pêk neyê, ti sedem nîne. Lazim e em têkiliyên xwe xurtir bikin."

EBDULLAH: DESTÛRA BINGEHÎN A BÊYÎ KURDAN BÊ AMADEKIRIN, EM Ê WÊ NAS NEKIN

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî di destpêka axaftina xwe de, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bi wesîleya salvegera 18. şermezar kir.

Ebdullah da xuyakirin, li Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin û anî ziman, hêzên navneteweyî dixwazin bi hemû hêza xwe li Rojhilata Navîn hebin. Bi vê armancê destek dan komên terorê yên cuda û bi vî rengî xwestin li herêmê bibin hêz. Di vî şerî de civaka sivîl gelekî êş kişand. Bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Bi sed hezaran mirov mirin. Li dijî terora DAIŞ'ê niha koalîsyonek ava bûye. Pêwîste hêzên navneteweyî, li dijî vê rêxistina terorê ya li derveyî mirovahiyê, destekê bidin Kurdan."

Ebdullah diyar kir, ku koalîsyon ev saleke heye, lê belê KUrd ji destpêkê ve li dijî DAIŞ'ê û komên terorê yên mîna wê, bêyî ku destekê ji kesî bigire, bi vîna xwe têdikoşe.

Asya Ebdullah işaret bi desteka Tirkiyeyê ya ji bo komên çete kir û anî ziman, heta ku Tirkiye destekê bide terora DAIŞ'ê, zehmet e DAIŞ were têkbirin û herêm aram bibe.

Ebdullah da xuyakirin, ku Tirkiye naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî maf û ji ber vê yekê jî bi rengekî vekirî destekê dide rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ'ê ku dijminê tevahiya cîhanê ne.

Hevseroka PYD'ê ragihand, hêzên navneteweyî bi dayîna mîsyonê ji bo Kurdan, dikarin pêşî li Tirkieyyê bigirin û got, "Bi taybetî divê Kurd ji sedî sed beşdarî civîna Cenevre-4 bibin. Civîneke bêyî Kurdan, destûreke bingehîn a bêyî Kurdan bê amadekirin, wê bi ti awayî eleqeya xwe bi Kurdan re nebe. Destûra Bingehîn a bê amadekirin, divê li gorî vîna civakê be. Li ser bingeha wekheviya jin û mêr be. Hemû pêkhateyên civakê di nav de hebe."

Ebdullah pêşniyara Rûsyayê ya ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê pêşkêş kir, bibîr xist û got, "Di vê pêşnûmeyê de qala Otonomiya Kurd tê kirin. Pirsgirêka me otonomî nîne. Em sîstemeke ku karibin xwe hê bi rengekî azad bi rê ve bibin, pêşniyar dikin."

Ebdullah destnîşan kir, ku dewleta Tirk gefê li wan dixwe û got, "Balafirên Tirkiyeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê radibin û li me didin. Berê balafirên rejîmê li me didan. Niha jî balafirên Tirkiyeyê li me didin. Tirkiye li ser sînor mirovan dikuje, çi zarok, çi jî jin. Hêzên navneteweyî, divê li dijî dewleteke ku di vê astê de bi rengekî vekirî destekê dide DAIŞ'ê, tiştekî bikin."

Ebdullah anî ziman, ew amade ne ji çareseriyeke bi rêya demokratîk a prisgirêka Sûriyeyê re û got, "Di vî warî de pêşniyar û nêrînên me hene. Federasyona Bakurê Sûriyeyê parçeyek ji Sûriyeyê ye. Lazim e rejîma Sûriyeyê vê qebûl bike. Di civîneke em lê ne amade bin, çi biryar were girtin, ti eleqeya wan biryara bi me nîne. Ji rejîma Sûriyeyê heye ku mîna berê dikare Sûriyeyê bi rê ve bibe. Êdî ew rojên berê ji bo Sûriyeyê nema tên. Ji xwe tiştekî bi vî rengî nepêkan e."

BEŞDARÊN KONFERANSÊ

Ji Bakurê Kurdistanê; parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay, ji Rojavayê Kurdistanê; Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, ji Başûrê Kurdistanê; Parlamenterê YNK'ê Ezzat Sabir Îsmaîl, Parlamenterê Goran Şêrko Hama Amîn, ji Rûsyayê; Serokê Partiya Rodîna û Parlamenter Aleksey Aleksandrovîç, Serokê komîteya welatên Civata Dewletên Yekbûyî û parlamenter Leonîd Îvanovîç, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya DÛMA û parlametner Îgor Nîkolayevîç, Şêwirmendê Departmana Polîtîka Derve ya Wezareta Karên Derve û parlametner Nîkolay Nîkaloyevîç, Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhialta Navîn û Asya Navîn Sîmyon Bagdasarov, endamê Wezareta Karên Derve Vasîliy Vasîlyvîç, Seroka Beşê ya Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Anna Galzova,, Alîkarê Serokê Enstîtuya Welatên Civata Dewletên Serbixwe Vladîmîr Valiyerîvîç, Serokê Enstîtuya Rojhilat Navîn yefîm Leonîdovîç, Parlametnerê Herêma Yekîmanka ya bajarê Moskowayê Dîmîtrî Aleksandrovîç, Serokê Enstîtiya DYA û Kanada Pavel Semonovîç, Serokê Enstîtuya pirsgirêkên Jeopolîtîk Leonîd Georgiyevîç, Pisporê Beşa Navneteweyî û Aboriya Cîhanê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Stanîslav Mîhaliyoveç, Serokê Navenda Enformasyonê ya NY li Moskowayê Valdemîr Vîlariyevîç, Serokê yekîtiya Dîasporayan a Rûsyayê Vartan Georgevîç, Seroka Yekîtiya Gelan a Rûsyayê Svetlana Konstantînovna, Serokê Beşê ya Têkiliyên Çapemeniyê û Gel a Kongreya Avroasya Yahûdî Roman Îdelovîç, Alîkarê Serokê Navenda Modelbûyînê ya Stratejîk Grîgorî Pavlovîç, Nûnerê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd li Rûsyayê Arîf Azmanî, Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev û Liyana Sîmoyan, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyînovîç, Serokê Otonomiya Çanda Kurd li Kradnodarê Îşxan Ankosî, Hevserokên Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şamoyan û Manana Pîr, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moswkoayê Tara Qadir û gelek rojnamevan, rewşenbîr û endamên rêxistinên civaka sivîl di konferansê de amade ne.