Konferansa HDP'ê ya Herêma Serhedê dest pê kir

HDP'ê bi şiyara "Ber bi kongreya 3. ve em berxwedêr in, xurt in, bi biryar in" li Wanê Konferansa Herêma Serhedê li dar xist.

Konferans li avahiya TSO ya Wanê pêk tê û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê ya Meclîsê Ahmet Yildirim, Alîkarên Hevserokên HDP'ê Nadîr Yildirim û Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP'yî Celadet Gaydali, Nîhat Akdogan, Mizgîn Irgat, Bedîa Ozgokçe, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Adem Geverî, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, rêveberên HDP'ê yên Wanê, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, Abdurrahman Dogar, Yûnûs Parîm, Zelal Yerlîkaya, Zahîde Besî û nûnerên HDP'ê yên rêxistinên Erdexan, Agirî, Qers, Îdir, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê tevlî bûn. Pankartên bi nivîsa "Em li ber faşîzmê radibin", "Bi rêxistinbûnê em ber bi azadiyê ve dimeşin", "Gotina me heye ji bo bînin ziman, hêza me heye ji bo biguherîne" li salonê hatin daliqandin.

AYHAN BÎLGEN: DI HEDEFA 2018'AN A HIKUMETÊ DE ROJAVA HEYE

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî û polîtîkayên AKP'ê rexne kir.

Bîlgen da xuyakirin ku hikumeta AKP'ê, ji bo Kurd li Rojava tiştekî bi dest nexin çi jê tê dike û diyar kir ku hemû hedefên 2018'an ên AKP'ê li dijî Kurdên li Rojava ye. Bîlgen got, "Li Hatayê civînan dike. Li Sûriyeyê destekê dide hinekan, lê li Îranê ji bo dewamkirina 'aramiyê' nerazîbûnê nîşanî nerazîbûna gel dide. Têkiliyên xwe yên li Rojhilata Navîn û cîhana rojava, hev nagire. Îxracat winda bûye, qedr û qîmeta dewletê ji holê rabûye. Ji bo kirîna çend balafiran, çend fuzeyan polîtîkaya derve dimeşînin."

'DI NAVA HDP'Ê DE NÎQAŞ LI SER NAVAN NAYÊ KIRIN, EM PARTIYEKE SÎSTEMÊ NÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Ayhan işaret bi têkoşîna HDP'ê kir û got, "HDP partiya jin û zarokên ku li ber deriyê girtîgehan mezin bûne. Me ti hevalên xwe yên xizmet dane vê partiyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Beriya pêkanîna kongreyê, ji bo em armanc û plansaziya xwe zelal nekin, me mîna partiyeke sîstemê dide nîqaşkirin. Yên ku di nava HDP'ê de biryarên siyasî didin, ew kes in ku berdêlan didin û têdikoşin. Em hêvîdar in ev konferans wê rewşa heyî ya Tirkiyeyê baş binirxîne û bibe wesîleya têkoşîneke mezintir."

Konferans bi rengekî li çapemeniyê girtî dewam dike.