‘Konferansa ciwanan li gel astengiyan jî wê pêk were’

‘Konferansa ciwanan li gel astengiyan jî wê pêk were’

Komîteya Amadekar a 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd a ku wê di 26’ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê pêk were,  diyar kir ku li gel hewldanên astengkirinê yên hinek tevgerên ciwanan ên Başûrê Kurdistanê jî, ewê konferansê pêk bînîn bang li heman tevgeran hate kirin ku helwesta xwe aşkera bikin.

Komîteya Amadekar a 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd, der barê amadekariyên konferansê û hewldanên astengkirinê yên hinek tevgerên ciwanan ên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di pêvajoya ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê pêk tê de, gelê kurd ji bo destkeftiyên azadiyê têkoşîna xwe bilind dike, bi taybetî ciwanên kurd ên ku pêşengiya têkoşînê dikin, di hemû qadên têkoşînê de cihê xwe digirin û bi hemî hewldanên xwe dixwazin serkeftina vê şoreşê mîsoger bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ciwan herî dawiyê ji bo xebatên netewî ketine nava liv û tevgerê û hate gotin ku di vê çarçoveyê de li Rojavayê Kurdistanê ku bi têkoşînek bêhempa ji rejîma Baasê hatiye rizgarkirin, xebatên 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanan hatine destpêkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di dema diyarkirina cihê konferansê yê li Rojavayê Kurdistanê de, gelek rêxistinên ciwanan ên çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi dilxweşî nêzîk bûne û ji bo ku konferans di 26’ê Adarê de pêk were, wê li Rojavayê Kurdistanê amade bin. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li hemberî nêzîkahiyên erênî, hinek rêxistinên ciwanan ên li Başûrê Kurdistanê wekî ku çavên xwe ji pêşketinên şoreşa Rojava bigirin û çavên wan bar nebin ku destkeftiyên şoreşa azadiyê û rastiya Şoreşa Rojava bibînin, ketine nava hewldanê da ku ev konferans li Rojava pêk neyê û wiha hat domandin:  “Ev hewldan bi pêşengiya Yekîtiya Lawan ku girêdayî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ye, Ciwanên Yekgirtû û Hîzbî Komunîst (Şoî) têne meşandin. Her wiha tevgera ciwanan a bi navê Azadî Lawan ku girêdayî Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) e, li hemberî van hewldanên neyînî bêdeng maye û heta roja me ya îro helwesta xwe zelal nekiriye ku tevlî 3’yemîn konferansê bibe.”

Derbarê helwesta heman tevgerên ciwanan de di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:  “Wekî tê zanîn, ev rêxistinên ciwanan di derfetên herî baş de jiyan dikin û rêxistinên ku derfetên wan herî zêde ne ku ji bo vê xebata netewî li Rojavayê Kurdistanê amade bin. Lê berevajî vê dema mijar dibe Rojavayê Kurdistanê, hewldanên wan ên li hemberî vê xebatê çewt dibe. Wekî komîteya amadekar pir hewldanên me çêbûn ji bo ku van rêxistinan tevlî konferansê bikin. Di serî de şandeyek çûye Başûrê Kurdistanê û ew ji bo konferansê vexwendine. Lê ji ber ku bêdeng mane û bersiv nedane, me wekî komîteya amadekar dema pêkanîna konferansê 10 rojan paşve  dan. Her wiha şandeyeke ji ciwanên Bakûrê Kurdistanê pêk tê çûye Başûrê Kurdistanê û bi van koman re hevdîtin pêk anîne.

Li ser vê bingehê van rêxistinan ji bo 13’ê Adarê li derîyê sînor ê Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxwaza hevdîtinê kirin. Li ser vê yekê em wekî Komîteya Amakedar di 13’ê Adarê de li deriyê sînor amade bûn, lê heyeta ciwanên başûrî derbasî Rojava nebû. Ev jî bû sedem ku hevdîtin pêk neyê. Em vê helwesta tevgera ciwanê nBaşûrê Kurdistanê  ku ji bo hevdîtinekê jî derbasî axa Rojavayê Kurdistanê nebûn, bê wate dibînin û wekî vala derxistina xebatên netewî dinirxînin. Tevî ku niha şandeyek li Başûrê Kurdistanê û yek jî li Rojavayê Kurdistanê ye jî, lê nêzîkatiyên van rêxistinên ciwanên başûrî heta roja îro neyînî ne û van şandeyan bêbersiv dihêlin. Em ji ber taloqkirina konferansê û hewldanên astengkirina wê, vê nêzîkatiya Yekîtiya Lawan, Azadî Lawan, Yekgirtû, Hîzbî Şoî berpirsyar dibînin. Em wekî komîteya amadekar van nêzîkatiyan ji rih û feraseta netewî dûr, bê berpirsyar û bêxemiya van rêxistinan a li hember şoreşa Rojava dinirxînin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî van hewldanên neyînî,  gelek rêxistinên ciwanan ên qada sivîl, her wiha ciwanên Goran, Tevgera Gencên Welatparêz û Saziya Navnetewî ya Gencên Kurd li Başûrê Kurdistanê wê di nava 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanan de amade bibin û ev hewldanên van rêxistinan hatin silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ciwanên Kurdistanê xwedî vînek mezinin û dikarin di vê pêvajoya dîrokî de pêşengiya xwe ya ji bo Şoreşa Azadiya Kurdistanê bikin û ev tişt hatin gotin: “Em ê bi israrek pir mezin di 26’ê Adara sala 2013’an de 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd lidar bixin. Lewre em careke din banga xwe dubare dikin ku ew rêxistinên ciwanên başûr helwesta xwe biguherin û tevlî vê konferansê bibin, her di demeke pir nêz de helwesta xwe bi riya ragihandinê ji raya giştî re aşkera bikin.”