Konferans li Parlementoya Ewropayê: Divê mafê Kurdên Anatoliya Navîn were dayîn
Li Parlementoya Ewropayê konferansek li ser kêşeyên Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.
Li Parlementoya Ewropayê konferansek li ser kêşeyên Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.
Li Parlementoya Ewropayê ya li Brûkselê ya li Belçîkayê konferansek li ser kêşeyên Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin. Endamên Parlementoya Ewropayê Jojef Weîdenholzer, Ûlrîke Lûnacek û Costas Mavîder, dîroknas Mehmet Bayrak, Parlementerê HDP’ê Kadrî Yilirim, nivîskar Şoreş Reşî, Ahmet Gezer û gelek kes beşdar bûn.
‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ PÛÇ BIKIN’
Hevseroka Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Dîlan Bîçer di destpêka konferansê de axivî û got, armanca me ev e ku em kêşeyên Kurdên Anatoliya Navîn bînin rojeve û polîtîkayên asîmîlasyonê pûç bikin.
Endamên Parlementoya Ewrûpayê Jojef Weîdenholzer, Ûlrîke Lûnacek û Costas Mavîder jî axivîn û ji bo piştgiriya Kurdan peyam dan.
‘KURD LI SER PIYAN IN Û LI BER XWE DIDIN’
Nivîskar Şoreş Reşî jî axivî û got: “Bîra neteweyî ya Kurdên Anatoliya Navîn baş bi pêş neketiye lê bi geşbûna tevgera Neteweyî ya Kurdan, Kurdên Anatoliya Navîn bi pêş ketine. Di vî warî de gelek şehîd dane.”
Reşî diyar kir ku Dewleta Tirk Kurdan qebûl nake û got: “Lê ligel van tiştan gelê Kurd li ser piyan e û li ber xwe didin. Erdogan dibêje asîmîlasyon sûcê mirovayetiyê ye lê ew bi xwe vî sûcî pêk tîne.”
Berdevkê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ahmet Gezer jî axivî û got: “Platforma Anatoliya Navîn mebesta wê ev e ku Kurdên Anatoliya Navîn organîze bike, wan li hemberî asîmîlasyonê biparêze û çanda wan bi pêş ve bibe.”
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ WERIN TEMSÎLKIRIN’
Dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak jî axivî û diyar kir, di konferanseke din de divê hemû alî beşdar bibin. Bayrak kovara Bîrnebûnê wekî mînak nîşanda da û bal bir ser vî tiştî ku xebatên girîng hatine kirin.