KON-MED'ê ji bo çalakiya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

KON-MED'ê ji bo çalakiya xeleka ji mirovan a "7000 metre, 7000 mirov" a 11'ê Gulanê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê ya li Elmanyayê (KON-MED), ji bo çalakiya "7000 metre, 7000 mirov" a roja Şemiyê ya li Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, her wiha çalakiyên bi heman armancê li Kurdistan û çar aliyên dinyayê pêk tên hatin bibîrxistin.

KON-MED'ê bal kişand ser asta krîtîk a grevên birçîbûnê û diyar kir, "Ji bo dengê bi heybet ê çalakiyê ji dinyayê re bê ragihandin, wê li Dusseldorfê çalakiya 'Xeleka ji mirovan' pêk were.

Gelek bi rengekî giştî li ber xwe dide. Gelê me êdî nema dikare xwe li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê rabigire. Vê tecrîdê bi ti awayî qebûl nake. Dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî azad bijî û bixebite. Sîstema tecrîd û êşeknceyê ya Îmraliyê veguheriye rêbazeke rêveberiyê, sîstema rêveberiyê. Lewma rêveberiya li Kurdistan û Tirkiyeyê diyar dike, bi tecrîdkirina her kesî re bandoreke neyînî li tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê divê dawî li siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst bê anîn ku rê li ber tecrîdê û sîstema tecrîdê vekiriye.

Ji bo pêkanîna vê yekê, divê em bi wijdan tevbigerin, fêhm bikin û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Berxwedanê bi xurtî dor li siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst pêçaye û aniye ber têkçûnê.

Divê em bi xurtî xwedî li hevalên di greva birçîbûnê de ne yên li zindanan û li dayikên xavik spî derkevin. Dayikên xavik spî, li dijî her şêwe zext, teror, şîdet û heqaretê bi lehengî li ber xwe didin. Heta dawiyê, heta serketinê li ber xwe didin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, divê her kes li dora vê berxwedana bi heybet bicivin, hîn bêhtir çalakiyan bikin û têkoşînê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "11'ê Gulana 2019'an li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi pêşengiya KON-MED NRW û bi tevlîbûna pênc federasyonên li Elmanyayê wê çalakiyek pêk were. Ji du baskan ve wê 'xeleka ji mirovan' bê avakirin. Di çalakiyê de ji bo temsîlkirina 7000 hevalên di greva birçîbûnê de ne, em ê 7000 kes li qada çalakiyê amade bin."