KON-KURD: Divê gelê me roja şemiyê li Parîsê be

KON-KURD: Divê gelê me roja şemiyê li Parîsê be

Konfederasyona Komeleyên Kurd li ewrupayê KON-KURDê jî bi daxûyaniyekî qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd ên jin şermezar kir. KON-KURD’ê bang li hemû gelê Kurd ê li Ewropayê dijî kir ku sibê li Parîsê tevlî meşa ku dê bê lidarxisitn bibin.

Konfederasyona Komeleyên Kurd li ewrupayê KON-KURDê , di derbarê qetilkirina her sê siyasetmedarên jin ên kurd daxûyaniyek nivîskî da. KON-KURDê qetilkirina jinên kurd weke hewldaneke reşkujiyê nirxand û ji bo gelê kurd sersaxî xwest.

KON-KURDÊ bangek wiha li kurdistaniyên li Ewrupayê dijîn kir:'Divê hemû gelê me yê li Ewrupayê dijî, federasyon û komeleyên me, dost û heval û hogirên me em bang li tevahiya derdorên demokrat dikin, ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez şermezar bikin û nerazîbûna xwe bi çalakiyên demokratîk nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe dikin hem tevlî çalakiyên ku wê li welatên dijîn bibin û hem jî tevlî çalakiya protestoyî ya 12 Çile roja Şemiyê li Parîsê saet 12an wê pêk were, bibin.'