Komploya navdewletî li gelek cihan hate şermezarkirin

Komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Komploya 9’ê Cotmehê di 20. salvegara xwe de li bajarên weke Hannover, Dresden ên Elmanyayê, li bajarê Lavrio yê Yewnanîstanê, li bajarê Limasol ê Kibrisê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Hannoverê û endamên meclîsa jinan a Ronahî yên Hannoverê di derbarê komploya 9’ê Cotmeha 1998’an pêk hatî de  dosyayek radestî Navenda Enformasyonê ya Ewropyê (EIZ) kirin.

Hevserokê NCDK’ê Ciwan Çewlig li vê derê axivî û  got; “Tu kes nikare Rêberê Gelê Kurd bide jibîrkirin. Em Rêberê xwe dixwazin. Ev 20 sal e di bin tecrîda giran de êşkence li Rêberê me tê kirin û Rêberê me li ber xwe dide. Em ligel Rêberê xwe ne û tu kes nikare li me bide jibîrkirin.”

Piştî daxuyaniyê dosyayek radestê EIZ’ê hate kirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê li Haûpt Strasseyê pêk hat. Di çalakiyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

LAVRÎO

Li Yewnanîstanê jî, meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navdewletî  berî sê rojan li bajarê Lavrîoyê dest pê kir, li paytext Atînayê bi mîtîngekê qediya.

Meşvanên ku bi coşeke mezin gihîştin Atînayê, li meydana Syntegmayê li hev civiyan û dosyayek radestî Parlamenta Yewnanîstanê kirin. Çalakgeran ji bo xwedîderketina li Ocalan bang kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

LÎMASOL

Komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê hate şermezarkirin. Jinan bi vê armancê standek danîn û li ser rewşa Ocalan belavok belav kirin. Li qada çalakiyê pankarta bi nivîsa "Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye" hate vekirin.

Girseya gel danê êvarê jî li Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê li hev civiya û heta Meydana Şaredariyê meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Freedom for Ocalan" û "Bimire komploya navdewletî" hatin qîrîn.