Komploya 9'ê Cotmehê li Tambovê hate şermezarkirin

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, salvegera kompploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi civînekê şermezar kir.

Li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, bi pêşengiya Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê civînek hate lidarxistin û komploya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin. Civîn li Navenda Çanda Kurd a Tambovê pêk hat û nûnerên saziyên Kurdan ên li herêmê jî tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan axivî û got, "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hêviya azadiyê ya gelê Kurd e. Li çar aliyên Kurdistanê, bi mîlyonan Kurd hene ku nêrînên wî dipejirînin û wî ji xwe re weke Rêber qebûl dikin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl li çar aliyên cîhanê hene, ku nêrînên Ocalan ji bo civaka xwe girîng dibînin û ji nêz ve têkilî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re danîne. Tecrîdkirina lîderekî bi vî rengî ku ji bo tevahiya civakên cîhanê girîng e, ne tenê ji aliyê Kurdan ve, divê ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve neyê qebûlkirin."

Şamoyan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd bi sekna xwe ya xwedî vîn û milîtanî, pêşî li vê komploya qirêj girt û got, "Hêzên komploger, bi rêya tecrîda giran dixwazin wî ji civakê qut bikin. Pêwîste gelê Kurd û dostên wan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û destûrê nedin vê yekê."

Rûspiyên beşdarî civînê bûn jî li ser mijarê axivîn, komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.