Komploya 9'ê Cotmehê li Frîboûrgê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan bi meşaleyan meşiyan û di salvegera 20'an de komploya 9'ê Cotmehê protesto kirin.

Girseya gel li ber stasyona trenê ya navendî bi meşaleyan dest bi meşê kir û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" vekirin. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan" qîriyan.

Bi navê Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) li qada Place Georges-Pythonê belavok hate xwendin û axaftin hatin kirin. Qisekeran tecrîda giran şermezar kirin û gotin, "Heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin û Rêberê me azad bibe, em ê bi rengekî bê navber çalakiyên xwe bidomînin."

Her wiha ji bo çalakiya protestoyî ya 9'ê Cotmehê ya li Strasboûrgê ku wê li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.