Komploya 9'ê Cotmehê li derveyî welat hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li derveyî welat bi çalakiyan tê şermezarkirin. Li Fransa, Danîmarka û Kanadayê Kurdistaniyan komplo û tecrîd şermezar kirin.

Li bajarê Normandîa yê Fransayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mantes la Jolîe pêk hat, di meşê de bi 100’an Kurdistanî hazir bûn.

Di meşê de, ku ji ber Gara Mantesla Jalîe dest pê kir, pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate rakirin, danezanên bi naveroka tecrîdê hatin belavkirin.

Li ber dêra dîrokî ya navendî mîtîngek hate kirin. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk di axaftinan de gotin, ‘’em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe li qadan bin, ji ber ku azadiya Rêbertiya me azadiya tevahiya Kurdistanê ye.’’

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin, ji Ocalan re azadî hate xwestin.

Meclîsa Jinan a Sêvê bi dirûşma ‘Hebûna Rêbertî Xwebûna me ya, bê Serok Jiyan Nabe’ konek vekir û komplo şermezar kir.

Her wiha perçîçeqên ku li ser wan ‘Feredom for Ocalan’ hatibû nivîsîn û wêneyên Ocalan hebûn hatin firandin.

Di konê azadiyê de belavokên bi naveroka rewşa Ocalan û Kurdistanê hatin belavkirin.

Di axaftinan de hate gotin heta ku Ocalan azad bibe Kurd wê li ser piyan bin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Kurdistanî li kolana herî şên a bajêr Yonge&Bloorê civiyan û gotin, ‘’Ji Ocalan re azadî, em bi te re ne Ocalan, Erdogan ê faşîst, ji Kurdistanê re azadî’’.

Li Dundas&Yongeyê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayin, hate gotin ku Tirkiye sûcê mirovahiyê dike û tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan datîne û ji Kanadayê hate xwestin ku bi berpirsyarî tevbigere.