Komplo li gelek bajaran hat şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, di salvegera 18. de li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, di salvegera 18. de li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

HEÎLBRONN: Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê standa agahdarkirnê hat vekirin û piştre mîtîng hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Heîlbronnê Saît Ozturk li vir axivî û got, "Hêzên komploker, berî ku Kurdên ji aliyê Rêber Apo ve hatine afirandin nas bikin, ketine nava şaşitiyeke mezin. Tevî dîlgirtina 18 salan a Rêber Apo jî, Kurd bi îdeolojiya wî roj bi roj xurtir dibin." Di dema mîtîngê de faşîstên Tirk hewl dan provokasyonê bikin, lê çalakgeran destûr nedan.

MANTES-LA-JOLÎE: Li bajarê Mantes-la-Jolîe yê Fransayê, bi beşdariya ciwanên ji herêma Normandiyayê, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Gara Trenê li hev civiyan, ber bi Qesra Edaletê ve meşiyan û dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bimire rejîma faşîst a Tirkiyeyê", "Em hemû Ocalan in" û "Çareseriya aştiyane ji bo Kurdistanê" qîriyan. Fransiyên li herêmê jî bi çepikan piştgirî dan Kurdistaniyan.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li meydana Schlossplatzê pêk hat û gelek welatparêzên Kurdistanî û dostên wan lê amade bûn. Di mîtîngê de belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û bi sedan ji vê belavokê hatin belavkirin. Di mîtîngê de hat xwestin, Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin û ji bo vê jî banga piştgiriya navneteweyî hat kirin.

BASEL: Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Basel ê Swîsreyê hat şermezarkirin. Di çalakiya girseyî de, gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û hat ragihand, Ocalan pêşî li pêkhatina armancên komployê girtiye. Qisekeran bal kişand ser mezinbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û gotin, hêza gireya rêxistinbûyî hê dînamîk e. Qisekeran xemsariya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê rexne kirin.

ÛPPSALA: Li bajarê Ûppsala yê Swêdê, bi sedan kes saet di 17:00 de li taxa Slottbackeyê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin", "Komploker Erdogan" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve" meşiyan. Çalakger piştre li meydana Storayê li hev civiyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

FRÎBOÛRG: Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi meşaleyan meşiyan. Meşa bi meşaleyan li meydana Place Georges-Pythonê veguherî mîtîngê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê axaftin hat kirin û bal hat kişandin ser tecrîda giran. Çalakgeran xwestin Ocalan azad bibe. Çalakî bi xwendina belavokê qediya.